Avahiyên dîrokî yên li Wanê yek bi yek tên hilweşandin

Ji ber polîtîkayên qirker û jêxur ên AKP'ê, xaniyên Wanê yên dîrokî ku bêhna çand û dîroka Wanê jê tê, yek bi yek tên xerakirin û li şûna wan avahiyên bilind tên çêkirin.

Beşeke mezin a avahiyên dîrokî yên li Bakurê Kurdistanê, bi navê restorasyonê tên talankirin, bi sedan keleh, qesr û dêr veguherandine leşkergeh. Bajarê Wanê, ku emrê xwe bi hezaran salî ye, gelek şaristanî vehewand. Van şaristaniyan bi hezaran avahî û berhemên dîrokî li Wanê hiştin. Sê erdhejên mezin ên di sed sala dawî de li Wanê rû dan, di dema Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de hilweşandina bajarê kevn ê Wanê û bi navê 'veguherîna bajêr' çêkirina avahiyên ji beton, bûn sedem ku xaniyên Wanê yên dîrokî tine bibin. Bi taybetî, xaniyên li navenda bajêr û taxên navendê yên li ser piyan mane, veguherandin qada rantê û li şûna wan avahiyên bilind hatin çêkirin. Bi vî rengî xeml û rewşa dîrokî ya Wanê hate tinekirin.

BEŞEK JI XANIYÊN MAYÎ, WELÊ LÊ HATIYE KU NEMA DIKARE BÊN BIKARANÎN

Beşeke mezin a xaniyên Wanê yên dîrokî, ku nîşaneya bajarê Wanê ne, welê lê hatiye ku nema dikarin bên bikaranîn. Ev xaniyên Wanê ku bi giranî bi kelpîç û daran hatine çêkirin, êdî nepêkan e ku li bajêr werin dîtin. Ev xanî bi giranî ji du qatan pêk tên. Beşek ji van xaniyên ku nîşaneya çanda Kurd û Ermeniyan e, ji ber koçberiyê û xemsariyê xera bûn.

LI ŞÛNA AVAHIYÊN DÎROKÎ, AVAHIYÊN BILIND ÊN JI BETON ÇÊKIRIN

Xaniyên Wanê yên dîrokî, destpêka salên 1900'î bi giranî li aliyê rojhilat ê Keleha Wanê hebûn. Piştî Qirkirina Ermeniyan a navbera salên 1915-1918'an, beşeke mezin a van avahiyên il Wanê hilweşiyan. Heta 20 sal beriya niha, beşek ji van avahiyan hebûn. Piştre ji ber polîtîkayên qirker û jêxur ên AKP'ê, ev agahiyên dîrokî yek bi yek hatin xerakirin. Li şûna wan jî avahiyên bilind ên ji beton, ji bo karê hatin lêkirin. Xaniyên Wanê yên bi giranî ji 2 qatan û herî kêm 5 odeyan pêk tên, zivistanê germ, havînê jî hênik in.