Ava bi xwê ya li Wanê dibe derman ji civakê re

Ava bi xwê ya ji zinar û çiyayên Wanê diherike, pêdiviya xwê ya gelek bajarên Kurdistanê temîn dike. Ji ber ku ji gelek nexweşiyên wekî astim, bronşît û hwd. re dibe derman, ji hêla tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve gelekî tê ecibandin.

 

Bajarê qedîm Wan ji Ûrartuyan heta roja me ya îro ji dehan şaristaniyan re mazûvanî kiriye. Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der û her bihostek vê axê dewlemendî û çavkaniya jiyanê ye. Ava bi xwê ya ji zinar û çiyayên Wanê diherike û berê xwe dide gundê Canîk ê navçeya Tûşbayê û ji bo welatiyan dibe debara jiyanê. Ava bi xwê ya ji zinaran diherike bi salan e pêwîstiyên xwê ya herêmê temîn dike û ji hêla gelek tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve tê ziyaretkirin. Ava zinarên Wanê, pêwîstiyên xwê ya Wanê û bajarên derdor dibersivîne. Her wiha ji hin nexweşiyên wekî astim û bronşîtê re jî gelekî baş e.

‘DIMEYE Û DIBE XWÊ’

Karkerê ava bi xwê yê bi navê Hamît Oflas diyar kir ku ava bi xwê ji zinarên bilind ê Wanê diherike gundê wan û wiha axivî: “Ava ji zinarên bilind diherike gundê me bi riya boriyan me kişandiye ser hewûzan. Li peravên Gola Wanê me 12 hewûz çêkirine û ev ava ku diherike li vir kom dikin. Ava dikeve hewûzan jî nêzî 20 rojan di hewûzê de dimeye û piştre derbasî hewûzên din dikin. Piştî demekê av divê hewûzê de dibe xwê û em vê xwê paqij dikin.” 

‘SEDÎ SED XWEZAYÎ YE’

Oflas aşkera kir ku ew di nava du mehan de 600 ton xwê derdixin û der barê xebatên xwe de ev tişt got: "Li ser hewûzan em 12 karker dixebitin û ji sibehê heta danê êvarî em dixebitin. Ji ber sir û seqema Wanê tenê em du mehên havînê de xwê çêdikin. Xwêya ku tê derxistin ji bo xwarinê û hemû pêdiviyên xwarinê tên bikaranîn. Ev xwêya kevir ku em dibêjin, piştî di avê de û di ava ji xwêy têrbûyî de tê sekinandin, xweya kulîlkî ya ku em dibêjin ji bo xwarinan tê afirandin. Xwêya di nava avê de hilm dide, xwêya wekî kulîlkî ku dişibe krîstalan derdikeve ser rûyê avê. Di xwêya kevir de tenê sodyûm û klor heye wekî din ti tiştek tine. Yanî sedî 100 xwezayî ye. Ev ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve jî hatiye erêkirin û ji bo wê jî tê ecibandin."

JI BO NEXWEŞIYAN DERMAN E

Xwêya kevir ango xwêya kulîlk ji bo xwarinê tê bikaranîn û ji bo gelek nexweşiyan jî baş e. Welatî vê xwêyê dixin nav xwarinên wek penîr, tirşî, goşt û hwd. Her wiha ev xwê ji gelek nexweşiyan re jî baş e. Ji bo ku ev xwê organik e, ji xwêya li dikanan zêdetir tê tercîhkirin. Li gorî hin îdiayan; xwêya kevir ji bo mîde gelek baş e û dike ku rovî bi asanî bixebitin. Her wiha ev xwê ji bo bêhntengiyê, gûatr, astim û bronşîtê jî derman e.