'Av tune, ceyran tune lê ez bi hêvî me'

Meryem Ozgezer a ku li dijî hilweşandina Sûrê mala xwe terk nekir, xwe bi rengê 'Di nava xirabeyan de wekî jina bi tenê' pênase dike. Meryem got "Tenêhiştin ne çarenûsa Sûrê ye".

Meryem Ozgezer a ku li dijî hilweşandina Sûrê mala xwe terk nekir, xwe bi rengê 'Di nava xirabeyan de wekî jina bi tenê' pênase dike. Meryem got "Tenêhiştin ne çarenûsa Sûrê ye" û dibêje ku piştî çend serdanan Sûr dîsa hatiye jibîrkirin. Meryem li dijî van hemû neyîniyan wiha dibêje: "Ne av heye û ne jî ceyran lê ez bi hêvî me." 

Hilweşandina ku li Taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê di bin navê 'veguhestina bajêr' de ji 24'ê gulanê de hatin destpêkirin berdewam dike.  Bi hilweşînê re li taxa Lalebey a ku hatiye hilweşandin avakirina otelên ku dîroka Sûrê tine dikin roj bi roj zêde dibin.  Meryem Ozgezer ku wekî meta niştecihên Sûrê tê nasîn  bi mehan e li kolana ku lê hilweşîn tê kirin berxwedana xwe berdewam dike. Meta Meryemê li dijî bê avî û bê ceyraniyê bi 3 zarokên xwe re li kolana ku hildiweşînin li ber xwe dide.

 ‘EV 2 MEH IN EZ LI MALA XWE YA LI SÛRÊ LI BER XWE DIDIM’

Meryem bi alavên dibistanan ku li dikana xwe ya biçûk difiroşa debara xwe dike. Meryemê diyar kir ku ji ber dibistan jî hatine hilweşandin êdî nema dikare firotanê jî bike û di warê aborî de jî destê wê teng bûye. Meryem a ku got gelê Sûrê hem manewî û hem jî di warê aborî de pirsgirêkan dijî wiha dom kir: "Hemû tiştên me ji dest me girtin lê wê nikaribin hêviya me qut bikin. Em li dijî vê helwesta desthilatdaran wekî dareke çamê li ser piyan in û li ber xwe didin. Em warê xwe naterikînin. Ev 7-8 meh in vê taxê hildiweşînin lê ev 2 meh in ez li vê kolanê li ber xwe didim û dest ji berxwedana xwe bernadim."

 ‘EZ JI VIR NAÇIM’

Meryem diyar kir ku ew 2 meh e her rojê dibe şahidê hilweşandina xaniyekî û diyar kir ku ew ê ji Sûrê dernekeve. Li taxa ku hilweşîn tê kirin tenê xaniyê meta Meryemê li ser piyan maye. Meryem sedema vê wiha vedibêje: "Li Alîpaşaya ku bi tevahî hatiye hilweşandin tenê xaniyê min li ser piyan e. Ji ber ku berxwedêr her tên dîtin. Ez êdî ji tu kesî piştgiriyê jî naxwazim.  Me beriya ku hilweşîn bê kirin daxwazên xwe rêz kirin. Lê piştî bi du sê daxuyaniyan Sûr dîsa hat jibîrkirin. Tenê gelê Sûrê dikare xwedî lê derkeve.  Ger ku em li ber xwe nedin wê Sûr bê tunekirin û em ê jî yekitiya xwe winda bikin."

 ‘EV NE QEDERA SÛRÊ YE’

Meryem her roj bi zextên polîsan re rûbirû dimîne û dibêje ku cihekî  biçiyê jî tune ye.  Meryemê di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: " Cihekî ku ez  biçimê tune ye .Ger ku ez ji vir derkevim ez ê  bê hêvî bimînim. Ez li cihekî din jî nikarim bijîm. Ez dest ji mala xwe bernadim. Terikkirin ne çarenûsa Sûrê ye.",