Aslan a ku li jêrzemînan şehîd bûyî, piştî 40 mehî hate veşartin

Cenazeyê Hazal Aslan a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de şehîd bûyî, li goristana Yenî ya Artemêtanê hate veşartin.

Cenazeyen kesên ku dema berxwedana xwerêberiyê li Cîzîrê ya Şirnexê hatibû destpêkirin û li jêrzemînên Cizîrê hatibû qetilkirin hê jî li gora bêkesean têne sekinandin. Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan, ku Aslan di êrîşên 16'ê Sibata 2016'an de şehîd bûbû, piştî ku DNA'yan li hev kir, piştî bi 40 mehî radestî malbatê kirin.

Malbatê ji  Goristana Bêkesan a Rihayê cenaze bire Wanê. Cenazeyê Aslan li goristana ,Taxa yenî ya Artemêtanê ya Wanê hate veşartin.

Polîsên Tirk nehiştin ku kesek biçe ser cenaze. Tenê hiştin ku malbat biçe. Piştî hewcehiyên dînî cenaze hate veşartin.