Asayîşa PDK'ê 2 kesên tevlî berxwedana Rojava bûn destgîr kir

2 kesên ku ji bo beşdarî Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin çûbûn Rojavayê Kurdistanê di vegera başûrê Kurdistanê de li deriyê Fîş Xabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê de hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya seferberiya ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Rojava gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê. Şaba Cafe û Mam Ezîz yên ku beşdarî berxwedanê bûbûn dema ku xwestin vegerin başûr li deriyê Fîş Xabûr ji aliyê asayîşa PDK’ê de hatin destgîrkirin.

Beriya hefteyekê jî asayîşa PDK’ê 12 ciwanên ku beşdarî berxwedana rûmetê ya Rojava bûbûn dema vegera başûr de li deriyê Fîş Xabûrê destgîr kiribû û doh hatibûn berdan.