Artêşa Tirk piştrast kir ku nexweşxaneya Efrînê bombe kiriye!

Artêşa Tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî bomberdûmankirina nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê îddîa kir ku ‘Nûçeyên bomberdûmankirina nexweşxaneyê ne rast e’. Lê di dîmenan de tê dîtin ku ew xwe derewîn derdixe.

Artêşa Tirk a dagirker duh saet di 21.00’an de nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê bomberdûman kir. Ji balefiran 3 bombeyan kazanê hate avêtinû li nexweşxaneyê bi kêmanî 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşên artêşa Tirk a li dijî nexweşxaneya sivîlan ji aliyê ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve jî hate piştrastkirin.

Piştî ku gelek saziyên çapemeniyê ev êrîş bi navê ‘deqeya dawîn’ dan, nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk zêde bû. Artêşa Tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî û dîmenek weşand. Artêşa Tirk a dagirker îddîa kir ku ‘Bomberdûmankirina nexweşxaneyê ne rast e’ lê bi dîmenên ku wê bi xwe par ve kiriye, xwe derewîn derdixe.

Di dîmenan de yên ku artêşa Tirk a dagirker belav kiriye, cihê ku wekî nexweşxane hatiye îşaretkirin, avahiyê çapxaneyê ya Efrînê ye.

Li kêleka çapxaneyê jî nexweşxaneya Avrînê heye (Di wêneyê de îşareta tîrikê tê dîtin). Di dîmenan de tê dîtin ku nexweşxane hatiye bomberdûmankirin.

Di saniyeya 3’emîn a dîmenan de ambûlans tên xumamîkirin. Artêş Tirk a dagirker bi zanebûn ji dêvila nexweşxaneyê çapxaneyê nîşan dide.

Di navbera çapxane û nexweşxaneya Avrînê de dîwarek heye û di dîmenan de tê dîtin ku ambûlans hene û piştre ambûlans tên xumamîkirin. Derdikeve holê ku dewleta Tirk ji bo rastiyan berevajî bike, serî li her cure derew û dezenformasyonê dide.