Artêşa Tirk li Xeregolê pelixî: 18 mirî

Artêşa Tirk li girê Xeregolê yê li nava Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kir. Li vê herêmê, duh 29, îro jî 18 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ragihandin, ku çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a li girê Xeregolê dest bi operasyonê kiriye, dewam dike. Di çalakiyên gerîla yên îro de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ye:

Danê sibehê saet di 07:00 de, li cihê ku 12 leşker lê bûn, teqemeniya berê li herêmê hatibû bicikirin, hate teqandin. Di encamê de 9 leşker mirin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li du cihên cuda yên Xeregolê, di çalakiyên gerîla de 9 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir navçeya Çelê.

Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike.

Di vê navberê de, li girê Bayê yê navçeya Gever a Colemêrgê, duh danê nîvro çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahiyeke zelal bi dest neket.