Artêşa Tirk li Girê Koordîne şerpeze bû

Gerîlayê HPG'ê Şervan Amed ku tevlî çalakiya gerîla ya li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Koordîne yê Çelê bû, qala şerpezebûna artêşa Tirk kir.

Gerîlayên HPG'ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de şeva 19'ê Nîsanê li Girê Koordîne yê navçeya Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn. Em li gerîlayên ku tevî wê çalakiyê bûn rast hatin. Di çalakiyê de 12 leşker hatibûn kuştin, 10 jî birîndar bûbûn. Gerîla Şervan Amed ku tevlî koma êrîşê ya çalakiyê bû, qala çalakiyê kir.

Gerîlayê HPG'ê Şervan Amed diyar kir, wan çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne pêk anîn û got, "Di rewşekê de ku Rêberê me tecrîdkirî ye û zexta tinebûnê li gelê me tê kirin, di her firsendê de em ê çalakiyan bikin. Ez jî tevlî vê çalakiyê bûm ku plana wê hatibû kirin. Nêzî du hefteyan em li benda pêkhatina çalakiyê bûn û ji bo di çalakiyê de tiştek bi hevalan neyê, hevalan gelekî giraniya xwe dan ser.

Ji ber ku çalakî wê pêk bihata, moral û daxwaza hevalan zêde bû. Wê derb li dijmin bihata xistin, tola gelê me û hevrêyên me bihata hilanîn û dewleta Tirk gaveke din nêzî têkçûnê bihata kirin. Cebilxane hatibû bicihkirin û li gorî derfetan pêwîstiyên erzaqê hatibûn peydakirin. Girê ku derbên giran wê dijmin bihat xistin hatibû keşfkirin. Dor li dijmin hatibû pêçan û her gava hêzên dijmin ji aliyê hevalên me ve dihata şopandin. Hewldan hemû ji bo serketina çalakiyê bû. Hevalan bi vê armancê gelekî fedakarî dikirin."

'JI BO ÇALAKIYÊ KOM BI RÊ KETIN'

Gerîla Amed anî ziman, beriya çalakiyê tetbîqat jî hate kirin û got, "Di dema çalakiyê de kom li hev civiyabûn. Fermandarên me beriya çalakiyê cara dawî civînek bi me re pêk anîn û nîqaş kirin. Tecrûbeyên ku bi salan di nava şer de hatin afirandin ji me re digotin. Ji bo çalakiyê êdî kom bi kom bi rê ketin. Li gorî planê, çeperên dijmin ên li qada Şehîd Bager a li ser Girê Koordîne wê bihatin îmhakirin, ji bo vê jî du baskên êrîşê hatibûn amadekirin. Ji bilî vê, wê du baskên parastinê jî piştgirî bidan komên êrîşê.

Ji bo kamerayên termal ên dijmin bê bandor bikin ku li bin gir bi cih kiribûn, em bi tevdîr û teknîkên gerîla bi rê ketin. Dema ku me xwe gihand çeperên dijmin dengê qareqara wan dihat û bi hev re diaxivîn. Vê yekê nîşan dida ku leşker çiqasî ditirsiyan. Ji bo tirsa xwe nîşan nedin û hinekî rehet bibin, dikirin qareqar û bi vî rengî bi hev re diaxivîn.

Em ji koma din a êrîşê veqetiyan û bi koma xwe ya ji çar kesan me berê xwe dan çeperên dijmin. Bi baldarî me xwe gihand têlên li dora gir hatibûn bicihkirin û têlên dijmin qetand. Hêdî hêdî û bi bêdengî me xwe gihand heta bin çeperên dijmin. Koma din a êrîşê jî gelekî nêzî çeperan bûbû. Ji ber ku leşkerekî hevalek dît, çalakiyê dest pê kir û dengê leşkeran û yên çekan li nava hev ketin. Em jî ketin nava liv û tevgerê, me li çeperên dijmin xistin û xwe gihandin ser gir."

'HIN LEŞKERAN XWE NEGIHANDIN ÇEKÊN XWE'

Amed bal kişand ser şerê giran ê li ser gir û got, "Dijmin bi zanebûn hin çeper vala hiştibûn, lê tevî vê yekê jî me bombe diavêt her çeperê û bi vî rengî em diketin hundir. Ji bo têkbirina gir me êrîş dikir, leşkeran jî hewl didan rêyekê bibînin û birevin. Qareqara leşkeran li her devera gir dihate bihîstin. Di dema şer de hevalek kete nava çepereke li nêzî me. Ji xwe me bi bombeyan li wê çeperê xistibûn û çeper vala bû. Ala Tirk a li nava mewziyê bi hêsanî dihate dîtin. Hevalên din ên baskê din jî, tevî ku dijmin ew dîtin û li wan dixistin, wan bi bombeyan li çeperan didan û heval li wir jî ketin hundirê çend çeperan.

Piraniya çeperên li ser gir hatibûn xistin, tenê 1-2 çeperên li ser gir mabûn. Leşkerên din jî reviya bûn. Me hejmara leşkerên di çeperan de hatin kuştin jimart û bi rêya kamerayê dîmen kişand. Hevalan gelekî bi dijwarî lê dabûn ku hin leşkeran nekarîn xwe bigihînin çekên xwe yên li gel xwe. Şer di nava 15 deqeyan de bi dawî bû. Piştî 20 deqeyan balafirên şer bombe li qada çalakiyê û derdora wê barandin."

Gerîla Amed diyar kir, li gel bomberdûmanê jî wan bi rengekî serketî xwe gihandin qadên ewle.