Artêşa Tirk a dagirker li karwanê artêşa Sûriyeyê xist

Artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî êrîşî hêzên artêşa Sûriyeyê kir. Di encama êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê ji artêşa Sûriyeyê 2 kes mirin û 3 kes jî bibîrandar bûn.

Yekîneyên girêdayî artêşa Sûriyeyê îşev derbasî Efrînê bûn. Koma destpêkê ji gundê Maberî Ziyaret derbasî Efrînê bûn û ji aliyê Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Brusk Hesekê ve hate pêşwazîkirin.

Piştre li nêzî gundê Derjimel artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzê kir. Di encama bombebarana bejahî û hewayî de li gorî agahiyên destpêkê ji artêşa Sûriyeyê 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Diyar bu karwanê artêşa Sûriyeyê ji aliyê balafira bi çek a bê mirov ve (SÎHA) hatiye xistin.