Amûrên zêde yên jiyanî ziyanê didin avhewayê

Di mijara bê ka wê çawa berdana gazên karbondîokît a rê li germbûna gerdûnî vedike welatên cîhanê li hev nakin, amûrên jiyanî ku tên bikaranîn û bi awayekî zêde kirîn ziyanekî mezin dide derdor.

Li gorî lêkolîneke ya Ajansa Teserûfa Enerjî û Derdor (ADEME), bal kişand ku eger welatî ji pêwîstiyên xwe yên rojane zêdetir amûr li hev komkirin, dibe sedemê ku li qirêjiya atmosferê.

Li gorî lêkolîna bi sernavê ‘Rûyê veşartî yê amûran’ li welat li her malekê bi hezaran ton amûr hene. Li gorî lêkolînê hinek ji van amûrên heyî di pêwîstiyên malê de tên bikaranîn jî, rêjeya amûrên ku li her malekê nêzî 2,5 ton e, dîsa ji bo her amûrek bê çêkirin pêwîstî bi deh qat zêdtir bi madeya xam jî heye.

Di lêkolînê de dîsa bal tê kişandina ser li hevkomkirina amûran û diyar kir ku di her malekê de ji sedî 6 amûrên tên kirîn nayên bikaranîn. Dîsa li her malekê nêzî 2,5 tom amûr hene.

Lêkolînê da xuyakirin ku ji bo hilberandina amûrekê û bikaranîna wê berdana gaza bi jehrî CO’ zêde dibe. Ji bo hilberandina televîzyonekê 350 kîlogram gaza CO2 tê berdan. Nexasim bi qasî demê berdana televîzyonê rêjeya gaza CO2 60 kîlogram e.

Dîsa lêkolînê ji bo hilberandina amûrekê bal kişand ser madeya xam û ji bo mekîneyeke ya cilşoyê 37 kîlogiram pola, 18 kîlogram beton, 13 kîlogram plastîk, 2,7 kîlogram alimînyom û 1,4 kîlogiram jî bakir tê bikaranîn. Tenê ji bo 1,4 kîlogiram bakir bê hilberandin nêzî 11 ton kevir tên hûrkirin.

Ji bo pêşîgirtina vê lêkolînê diyar kir ku divê amûrên ku di asteke pir kêm de bikar tînin divê zêde nekirin an jî bi kirê bikin. Dîsa daxwaz kir ku amûrên mîna tv û telefon ên zêde mezin bikar neînin, li şûna amûrên nû bên kirîn berê xwe bidin amûrên destê duyemîn.