Amedê li ser kevirê bazaltê dineqişîne

Mamosteyê zimanê Fransî yê teqawît Mahmût Nûrettîn Medyelîogûllari, neqişandina kevirê bazaltê ku weke hobî li Amedê dest pê kir, veguherandiye hunerekê.

Mahmût Nûrettîn Medyelîogûllari yê 63 salî, ku bêyî teknîkekê tenê bi bikaranîna cew û çakûş kevirê bazaltê dixemilîne, fîgurên Minareya Çar Ling, Dêra Sûrp Gîragos, Kaniya bi Şêr, Sûr, Pira Deh Derî, Dêra Dayika Meryem û Mizgefta Mezin li ser kevir dineqişîne.

Medyelîogûllari, piştî ku 27 salan li gelek dibistanên Amedê mamostetî kir, dema ku teqawît bû weke hobî dest bi neqişandina keviran kir. Ti ji van berhemên xwe yên li ser kevir nafiroşe. Medyelîogûllari ku êdî cih li dikana wî ya biçûk a il nava Sûrê nema ye van berhemên xwe lê bi cih bike, vî karî ji bo bazirganiyê nake. Carna ji bo kevirekî bineqişîne 2 mehan kar dike û ji vî karî jî hez dike. Gelekan xwestine kevirên wî yên neqişandî bikirin, lê wî nefirotiye. Nafikire ku ji niha û pê ve jî bifiroşe.

EV 15 SAL IN VÎ KARÎ DIKE

Medyelîogûllari ev bû 13 sal ku keviran dineqişîne. Li gorî Medyelîogûllari du cureyên kevirê bazaltê hene. Yek ji van kevirê qulqulî ye, ku mê ye û neqişandina wê zêde dewam nake. Yê din jî kevirê dûz ê mêr e. Neqişandina vî kevirî jî zehmet e û demeke dirêj dewam dike.

DIXWAZE MUZEYEKÊ VEKE

Medyelîogûllari anî ziman, ku cihek nîne ew berhemên xwe nîşan bide û diyar kir, armanca wî vekirina muzeyekê ye ku karibe berhemên xwe lê nîşan bide. Heta niha kesî destek nedaye Medyelîogûllari. Gelek kesan soza 'em ê destekê bidin' dane wî, lê kesî soza xwe bi cih nanîne. Daxwaza wî ya herî mezin vekirina muzeyekê ku karibe berhemên xwe lê nîşan bide û vekirina atolyeyekê ye ku karibe xwendekarên hewesa wan li ser e, perwerde bike. Di vê mijarê de li benda alîkariyê ye.

Medyelîogûllari da zanîn, ku biyaniyên serdana dikana wî dikin, li pêşberî kar û berhemên wî matmayî dimînin û got, "Ez jî dibêjim Amed cihê tiştên destpêkê ye. Ez Minareya Çar Ling nîşanî wan didim. Ji ber ku yeka mîna vê li cîhanê nîne."

Dema kevirê bazaltê dineqişîne amûreke teknîkê bi kar tîne. Tenê bi cew û çakûç ji keviran van berhemên xwe yên bêhempa dafirîne.

Medyelîogûllari gilî û gazinan ji xemsariyê dike û destnîşan dike, ku piştî wî kesekî ku karibe van keviran bineqişîne nîne. Medyelîogûllari ragihand, di vê der barê de wî gelek proje amade kir û pêşkêşî rayedaran kir, lê belê guh nedanê.