‘Alan Kurdî” 40 penaber rizgar kir

Keştiya alîkariyê Alan Kurdî ya rêxistina bi navê Sea-Eye li Behra Spî 40 penaber rizgar kir. Keştiyê berê xwe da Girava Lampedûsayê lê nayê zanin bê ka keştî ji aliyê Îtalyayê ve were qebûlkirin an ne.

40 penaberên ku ji bo biçin Rojayê Ewropayê ji Lîbyayê bi botê ketibûn rê li Behra Spî asê man û ji aliyê keştiya alîkariyê Alan Kurdî ya rêxistina bi navê Sea-Eye ve hatin rizgarkirin. Diyar bû penaber ji Nîjerya, Perava Fîldîşî, Gana, Malî, Kongo û Kamerûnê ketine rê.

Berdevkê Sea-Eye Gorden Îsler diyar kir ku vê sibê li nuqteyekî 30 mîl dur gihiştine penaberan. Îsler diyar kir ku penaber şevê li bajarê Tagîûra yê Lîbyayê ketine rê û di nava wan de jinên ducanî, pitikek û du zarokên biçûk jî hene.

SALVÎNÎ: SÎNORÊN ME JI ALAN KURDÎ RE GIRTÎ YE

Îsler got di aliyê erdingariyê de Girava Lampedûsa ya Îtalyayê nuqteya herî nêzîk e û wiha domand; “Wê saetên pêşiya me de diyar bibe bê ka em ê penaberan bibin kûderê”. Îtalya û Malta ev demeke sînorên xwe ji keştiyên alîkariyê re girtîne.

Hefteya derbasbûyî piştî bota penaberan noqî avê bûbû û herî kêm 150 penaber mirîbûn, keştiya ‘Alan Kurdî’ carek din berê xwe da peranên Lîbyayê. Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Matteo Salvînî gotibû “Sînorên Îtalyayê ji bo vê keştiyê girtiye.”

Saziya alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ku navenda wê li bajarê Regensbûrg ê Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya bi navê "Professor Albrecht Penck" kiribû "Alan Kurdî".

Zarokê biçûk ê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî ku li Derya Spî xeniqî û bedena wî li peravên Bodrûmê hate dîtin, bûbû sembola bi deh hezaran penaberên Îlona 2015'an berê xwe dabûn Ewropayê. Trajediya penaberan demeke dirêj bi wêneyê Alan Kurdî yê 3 salî hatibû vegotin.