AKP, ji bo êrîşî Qendîlê bike ji Cerablûsê çeteyan berhev dike

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo ku bikaribe êrîşî Qendîlê bike, ji Cerablûs û Ezazê bi pereyan çeteyan berhev dike.

Erdogan, ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê operasyona li dijî Qendîlê xistiye rojeva xwe, qad bi qad digere û dibêje;“Ha îro ha sibê em ê bikevin Qendîlê” û ji bo ku di operasyona li hemberî Qendîlê de bikar bîne, li Cerablûs û Ezazê çeteyan berhev dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî wergirtin, efserên Tirk, îro danê nîvro tevlî şahiyeke ku li Cerablûs û Ezazê pêk hatî, bûn.

Çavkaniyê ragihand ku efserên Tirk ji bo di operasyona li hemberî Qendîlê de bikar bînin bang li çeteyan kirine ku tevli operasyonê bikin.

Efserên Tirk gotine ku ji bo operasyona li hemberî Qendîlê 5500 endamên OSO’yê pêwîst in û her kesê ku tevlÎ operasyon û êrîşan bibe wê 800 dolar bidin wan.

Dewleta Tirk a dagirker, di êrîşa dagirkirina Efrînê de jî çete bikar anîbûn. Beriya niha di êrîşa li hemberî herêma Çarçela Ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî çeteyên DAÎŞ û çeteyên din bikar anîbûn.