AKP'ê ji bo rantê statuya Çemê Dîcleyê guherand

AKP'ê, 60 kîlometreyê Çemê Dîcleyê yê ji navçeya Bismil a Amedê heta navçeya Exîlê, ji bo rantê ji statuya 'Çem' derxist û xist statuya 'best'ê.

Li Tirkiyeyê, bi rejîma ji gelek partiyan pêk tê re, piştî ku Partiya Demokrat di hilbijartinên 14'ê Gulana 1950'î de bû desthilatdar, qanûnên ne nivîskî jî ketin meriyetê. Yek ji van jî li ser rê û rêbazên herêmên li çêkirina avahiyan bê vekirin bû. Rê û rêbaz diyar bû. Mînak; eger hûn dixwazin cihekî bi nîqaş li çêkirina avahiya veke, divê destpêkê bingeha wê bê danîn.

Ev herêm dibe ku qada daristanî be, perav be, qada SÎT'ê be.

Qanûn ya jî biryarên Desteya Wezîran ji xwe piştre tên girtin.

Eger herêmek an jî cihekî peravê wê ji çêkirina avahiyan re bê vekirin, divê destpêkê statuya wê herêmê bê guhertin.

Piştre wê li cihê ji çêkirina avahiyan re were vekirin îbadetxane (mizgeft, mescîd) werin avakirin, dûre ji bo zarok û ciwanan cihên lîstikê û qadên sporê bên afirandin û ji bo rê li ber nerazîbûnan veneke wê projeyên bi vî rengî destpêkê bên bicihanîn.

Kes wê li ber van projeyan ranebe. Ji ber ku wê weke karekî ji bo bazirganiyê neyê dîtin.

Piştî ku ev projeyên navborî di nava salan re hate qebûlkirin, wê astengî namîne ku herêm ji çêkirina avahiyan re bê vekirin.

ÇEMÊ DÎCLE KIRIN 'BESTA DÎCLE'

Rêvebernameya li ser Guhertina Rêvebernameya li ser Pêkanînên Qanûna Peravê, ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê amade kir, 2'ê Nîsana 2013'an li Rojnameya Fermî hate weşandin û kete meriyetê. Li gorî vê rêvebernameya 60 kîlometreyên Çemê Dîcleyê yê ji navçeya Bismil heta navçeya Exîlê ji statuya 'Çem' hate derxisitn û xistin statuya 'Bestê'.

Di daxuyaniyên fermî de herçend were gotin, 'li vî 60 kîlometreyê herêmê ji ber ku av lê kêm e ji statuya çem daketiye statuya bestê' jî, rêjeya zêde ya jî kêm a ava li vê herêmê bi rêjeya ava ji Bendava Kralkizi tê berdan ve girêdayî ye. Lewma xuya ye armanca bingehîn a guhertina statuya çem, ji bo vekirina qiraxên Çem ji çêkirina avahiyan re ye.

Ji ber ku, li gorî qanûnan eger robarek xwedî statuya 'Çem' be, ew dikeve ber hukmê Qanûna Peravê û bi vî rengî peravên wê tên diyarkirin.

Di vê çarçoveyê de benda 100 metre dirêj a peravê çem tê çêkirin û destûr naye dayin ku li derdora wê avahî were çêkirin.

Lê belê, eger ew der bikeve statuya 'bestê' hingî heta cihê ku av lê heye, li gorî qanûnan avahî dikare lê bê çêkirin.

EWILÎ KIRIN 'BEST' PIŞTRE JÎ 'CIHÊ REZERV'

Piştî ku AKP'ê bi îmzeyekê Çemê Dîcle yê bi hezaran salan diherike ji statuya 'Çem' daxist statuya 'best'ê, gava destpêkê ya ji bo çêkirina avahiyan li Geliyê Dîcle, Bexçeyên Hewselê û Kirklar Dagi ku herêmên herî hesas ên Çemê Dîcleyê ne, hate avêtin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, ji bo li Geliyê Dîcleyê 'qada rezerv a avahiyan' bê avakirin, 23'ê Tebaxa 2013'an biryar da ku herêm li çêkirina avahiyan bê v ekirin û qadeke ji 11 mîlyon metreçargoşeyî weke cihê çêkirina avahiyan destnîşan kir.

HEWSEL JI QADA BÊ PARASTIN HATE DERXISTIN

Komîsyona Parastina Xaka Bajêr a Amedê, 14'ê Mijdara 2014'an li hev civiya û li ser daxwaza Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, 7,517,732 metreçargoşe ji Bexçeyên Hewselê ku xwedî qadeke ji 8,629,499 çargoşe ye, ji statuya çandiniyê derxist ku li gorî vê yekê diviyabû bihata parastin û weke qada 'rekreasyonê' îlan kir.

Li ser vê yekê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sedema ku ev biryara wezaretê wê qada şênkahiyê ya bajêr tine bike û zerareke gelekî giran bide xwezayê, li 1. Dadgeha Îdare ya Herêmê doz vekir. Û dadgehê, Çileya 2015'an biryar da ku rêvebirina vî karî bê sekinandin.

DESTPÊKÊ MIZGEFT, PIŞTRE JÎ QADA SPORÊ LÊ HATIN ÇÊKIRIN

Tevî vê biryara dadgehê ya ji bo sekinandina rêvebirina biryarê jî, hikumeta AKP'ê di çarçoveya biryarnameyên Rewşa Awarte de bi erêkirina Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Bexçeyên Hewselê û geliyê Dîcleyê weke 'Herêma Projeya Taybet' ragihand.

Û li qadeke ji 31,84 hektarî ya geliyê Dîcleyê plana îmarê guherand. Piştî vê guhertinê, îhaleya peyzaj û bidarkirinê ya li quntarê Çiyayê Kirklarê yê Geliyê Dîcleyê, 4'ê Çileya 2017'an bi 27 mîlyon lîreyî dan şîrketa bi navê Erkonût A.Ş. a Şaredariya Erzîromê ya AKP'yî. Û ya ku destpêkê li vê derê hate çêkirin mizgeft, qada gogê û basketbolê û rêya ji bo bisikletan bû.