AKP'ê dest danî ser dêrên li Mêrdînê

AKP'ê, dêr, keşîşxane û goristanên Suryaniyan radestî Diyanetê û qeyûman kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, gelek dêr, keşîşxane, goristan û erdên Suryaniyan ên li Mêrdînê radestî Xezîne û hin saziyên dewletê hatine kirin.

Weqfa Keşîşxaneya Mor Gabrîel li ber vê derket, lê îtiraza wê nehat qebûlkirin. Dêr û keşîşxane radestî Serokatiya Karên Diyanetê, goristan jî radestî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate kirin ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin.

Serokê Weqfa Keşîşxaneya Mor Gabrîel Kûryakos Ergun anî ziman, ku tespîtên wan dewam dikin, lê belê qala bi qasî 50 dêr û keşîşxaneyan tê kirin.

HDP'Ê MIJAR XIST ROJEVA MECLÎSÊ

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Erol Dora der barê mijarê de ev pirs li Serokwezîr Bînalî Yildirim kir:

"Ji bo radestkirina bi sedan mal û milkên Suryaniyan ên li herêma Mêrdînê, ti karekî ku hûn dikin heye? Eger tine be, bi vê wesîleyê hûn ê bikevin nava ti hewldanan? Ji bo radestkirina malên hindikayiyan (Ermenî, Rûm, Mûsewî û Suryanî) yên hatine desteserkirin, ti karekî ku hûn dikin heye?"