AKP'ê dêra Suryaniyan kiriye fakulteya Îlahiyatê

Dêra Azîz Petrûs Azîz Paûlûs a Suryaniyan weke Navenda Çandê ya Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Herranê tê bikaranîn.

Dêra Azîz Petrûs Azîz Paûlûs (Rejî) a li meydana Ellî Sekîz a li Rihayê ye, sala 1861'ê jia liyê gelê Suryanî Yakûbî ve li ser bermayiyên dêreke ji sedsala 6'an mayî hate çêkirin.

Dêr ji bo bîranîna du hawariyên hezretî Îsa; Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs hate çêkirin û navê wan lê hate kirin. Heta sala 1924'an ji aliyê Suryaniyên li Rihayê ve weke dibistanê dihate bikarnîn. Sala 1925'an Suryaniyên dawî yên li Rihayê ji wir hatin sirgûnkirin. Hinekan berê xwe dan Ewropayê, hinek jî çûn bajarê Helebê yê Sûriyeyê. Bi vî rengî Dêra Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs bêxwedî man.

Dêr, sala 1924'an radestî îdareya Kargeha Tûtin, Xwê û Alkolê (TEKEL) hate kirin. Ji hingî ve navê 'Dêra Regie (rejî)' lê hatiye kirin ku peyva rejî bi zimanê Fransî ye û tê wateya TEKEL. Kêlên ji dêrê hatin derxistin jî şandin Muzeya Rihayê.

Walîtiya Tirk a li Rihayê sala 1998'an ev de restore kir. Sala 2002'an bi protokolekê re dêr radestî Şaredariya Eyyubiyeyê hate kirin û navê "Navenda Çandê ya Walî Kemalettîn Gazezoglû" lê hate kirin. Dêra ku li Rihayê yekane îbadetxaneya Suryaniyan e, piştî ku hate restorekirin weke Navenda Çandê ya Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Herranê hate bikaranîn.

Tûrîstên tên Rihayê dixwazin bi taybetî serdana Dêra Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs bikin, lê belê pêşiya dêrê weke parka wesayitan tê bikaranîn û li hewşa wê jî ehleyên Quranê hene.