Afşîn û Arjîn li benda alîkariyê ne

Tedawiya Afşîn û Arjîn, piştî alîkariya ku beriya du salan bi nûçeya ANF'ê hate kirin, dest pê kir. Ji bo tedawiya demdirêj a Afşîn û Arjîn pêwîstî hê jî bi alîkariyê heye.

Malbata Faysal Acar li taxa Gazî ya Colemêrgê dijîn. Du zarokên Acar Afşîn (6) û Arjîn (8) di asteke giran de bi nexweşiya masûlke (lokodîstrofiye) ketine. Malbat ji ber ku xizane nikare berdêla madî ya tedawiyê bide.

Piştî nûçeya ANF'ê ya Çileya 2016'an ku bi sernavê "Afşîn a biçûk li benda alîkariyê ye" gelek xêrxwazan alîkarî dan Afşîn û Arjîn ên li Colemêrgê dijîn. Bi rêya vê alîkariyê tedawiya Afşîn û Arjînê dest pê kir. Tê payin ku tedawî 7 heta 9 salan dewam bike. Lewma pêwîstî hê bêhtir bi alîkariyê heye.

Arjîn a 8 salî, ji ber ku nexweşî lê gelekî giran bûye nikare ji nava nivînan derkeve. Her wiha nikare qala êşa ku dikişîne jî bike. Arjîn a ku dest û lingên wê nagire, ne ji dê û bavê xwe be nikare xwe bilivîne. Jiyana Arjîn roj bi roj giran dibe. Afşîn jî mîna xwişka xwe ya mezin bi êş û nexweşiya giran e. Eger tedawî bi rêk û pêk were kirin, nexweş dikare lê sivik bibe.

Malbata Acar ji ber nebûna derfetên madî nikare Arjîna biçûk tedawî bike. Malbat naxwaze keça wan a din Afşîn jî li ber çavên wan bihele, lewma li benda alîkariya raya giştî ye.

Faysal Acar anî ziman ku tedawiya Arjîn êdî zehmet e û neçar maye eşyayên li malê jî bifiroşe. Acar got, "Çi li mala me hebû me firot û ji bo tedawiya Arjînê bi kar anî. Lê êdî tiştekî ku em bifiroşin jî nema. Ji ber ku ji bo tedawiyê em timî diçin Enqereyê û tên, lêçûneke mezin a madî derkete holê. Sê salan em timî çûn Enqereyê û hatin. Lê belê ji ber ku êdî pereyê me nema, keça min a mezin Arjîn nekarî tedawî bibe û mirina wê nêz bûye. Piştre heman nexweşî li Afşînê jî der bû. Piştî nûçeya ANF'ê ya beriya du salan hate weşandin, hin mirovan alîkarî dan me. Ji bo tedawiya 2 salan alîkarî hate kirin, lê belê tedawî divê demeke dirêj dewam bike."