Abdulkerîm Omar: Çeteyên 46 dewleta êrîşî Rojava kirin

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer bal kişand ser çeteyên di destê hêzên YPG/YPJ û QSD’ê de got: “Zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î di destê me de ne. Dîsa 584 jin û 1248 zarok jî yên çeteyan in û niha li nava kampan dijîn.

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku têkilî bi gelek dewletan re kirine ku welatiyên wan di destê wan de ne ku bên bigirin. Heta niha gelek ji wan welatan bersiva peyamên wan nedane û ji ber metirsiyê hinek ji wan welatan gotine: ‘Li gel xwe dadgeh bikin, yan jî bikujin!’.

Ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên herêmê yên di bin sêwana YPG/YPJ û QSD’ê de xwe rêxistin kirîn bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, El Nûsra, El Qaîde, Ehrar El Şam û bi dehan komên cuda cuda yên li serê mirovaniyê bûne bela têkoşînê dikin. Di van şeran de 16 hezar çete hatin kuştin û bi sedan çete jî neçar man ku xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bikin. Heta niha 800 çeteyên biyanî xwe radestî QSD’ê kirine.

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman ku ew çeteyên li Rojava şer dikin ji 46 welatên biyanî yên cîran in, ketine navan hewldanan ku ew dewlet bên hemwelatiyên xwe bigirin.

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer têkildarî êrîşên çeteyan û hebûna çeteyên biyanî yên di şerê Rojava de ji ANF’ê re nirxand.

800 ÇETEYÊN BIYANÎN E

Dr. Omer bal kişand ser hêjmara kesên ku xwe radestî hêzên QSD’ê kirî û got: “Di pêvajoya rizgarkirina xaka Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î, dîsa 584 jin û 1248 zarok ku welatiyên 46 dewletên cîran in ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine dîlgirtin û xweradestkirin.”

ÇETEYÊN HATINE GIRTIN

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer da xuyakirin ku metirsiya hebûna çeteyên biyanî hê heye. Dr. Omer diyar kir ku ji ber ku rewşa Sûriye hê ne aram e, metirsî heye ku di pêşerojê de rejîma Sûriye û dewleta Tirk êrîş bike. Dema ku êrîş bikin xeterî heye ku ev çete hemû ji vê sûd bigirin û birevin yan jî ev herêm bikevin destê wan, ev jî dibe metirsiyeke mezin ji bo hemû mirovayetiyê.

 ‘ZAROK DIVÊ JI NÛ VE BÊN PERWERDEKIRIN’

Dr. Omer perwerdekirina zarokên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine kirin bibîr xist û wiha pêde çû: “Divê zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatî perwerdekirin, ji nû ve dîsa bên perwerdekirin ku bikarin ji wê gemariyê rizgar bibin. Lê derfetekî me yê ku wan perwerde bike nîne. Ji bo wê daxwaz ji peywendiyên dîplomasî, ragihandina demokratîk dikin ku zextê li ser civaka navdewletî bikin ku bi erkê xwe rabin.

‘YEKÎTIYA NAVNETEWEYÎ BI ERKÊ XWE RANABIN’

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê bal kişand ser berxwedana hêzên Kurd û pêkhateyên hermê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û ev nirxandin kir: “Me bi xwîn û berdêlên pir giran biha yên şehîdan karî xak û navçeyên xwe ji destê çeteyê gemarî rizgar bikin. Ev jî bû derfetekî yekcar mezin ji bo hemû mirovahiyê. Ji bo wê divê her dewleteke ku welatiyên wan di destê me de ye, bi berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî xwe berpirs bibinin û bên welatiyên xwe bigirin. Daxwaz ji wan dewlet û bi taybet ji dewletên Ewropa û navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin. Ji ber ku topeke agir û varêlekî barût e ne diyar e bê ka kengê wê biteq e.”

‘XETERIYA VAN ÇETEYAN BI QASÎ YA DAÎŞ’Ê YE

Dr. Omer da xuyakirin ku ew van çeteyan dadgeh nakin û got: “Em van çeteyan dadgeh nakin, em dixwazin her dewletek welatiyên xwe bigirin û dadgeh bike. Yan jî dadgehek ji aliyê neteweyên yekbûyî ve were kirin û her çeteyek li welatê xwe cezayê xwe bikişîne. Eger me dît ku civaka navdewletî bi erka xwe ranabe, wê demê em ê biryarekê bigirin. Em vê carekî din dubare dikin ku em van çeteyan li gel xwe ranagirin. Çawa bi hevkariya koalîsyona navneteweyî me DAÎŞ têk bir, em ê vê metirsiyê jî derbas bikin, ji ber ku ev metirsî ne ji xeteriya DAÎŞ’ê kêmtire.”

 ‘JI BO GIRTINA WELATIYAN, EM DI NAVA PEYWENDIYAN DE NE’

Dr. Omer têkildarî peywendiyên li gel welatên ku çeteyên wan di destê wan de ne jî ev tişt got: “ Welatên ku me têkilî pêre danîne, hatine welatiyên xwe birine. Nimûne; Rûsya 50 jinên Şîşanî birine, dîsa Endonezya 3 welatî, Siûdî 2 jin û 3 zarok girtine. YPJ’ê 1 jin û 4 zarok radestî sîxûriya Amerîka kiriye. Dîsa têkildarî heman mijarê peywendî me li gel Danîmarka, Belçîka, Hollanda daniye, lê heta niha berivek ji bo van peywendiyan nehatiye dayîn.

‘LI GEL KANADA EM CIVIYAN E’

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer behsa civînên li gel welatên Kanada jî kir û wiha pêde çû: “Me têkilî li gel welatên Kanada re danî. Li ser vê bi heyeta Kanada re li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistan em civiyan. Heyeta Kendavê li ser vê mijarê dosyek şand têkildarî ew kesên di destê me de ne ji bo kar û barên hiqûqî bikin ku yên mîna dîplomasî, pasaport û hwd. ji bo radestkirinê. Lê ev 3-4 mehin ev mijar hatiye rawestiyaye. Em sedemê rawestandina vê mijarê ya ji aliyê Kanada ve jî nizanin û têkildarî vê jî tiştek bi me re nehatiye parvekirin.

‘JI BO ME DIBÊJIN WELATIYÊN ME BIKUJIN!’

Dr. Omer li ser mijara wernegirtina hinek wan welatên ku welatiyên wan di destê me de ne jî wiha got: “Di hinek peywendiyên me li gel welatên ku welatiyên wan di destê me de ne diyar dikin ku ew çete gelek xeter in, nagirin. Dibêjin; ‘Hûn li gel xwe dadgeh bikin, beşek ji dibêjin welatiyên me bikujin!’. Em nikarin van kesan bikujin. Ji ber ku di distûrên me de qanûna darvekirinê nîne. Her wiha jin û zarok me ne xistine nava girtîgehan. Ew li 3 kampên bi navê Roj, El Hor û Elîsa hatine bicihkirin. Lê çete li nava girtîgehê ne.”