Ûca: Hêvîdarim cejna Êzî wê bibe wesîleya rizgariya jinên Êzidî

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca got, "Hêvîdarim wê cejna Êzî bibe wesîle ku jinên di destê DAÎŞ'ê de ne azad bibin."

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca Cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir.

Parlamentera Êzidî Ûca daxuyaniyeke nivîskî weşand, bal kişand ser fermanên li civaka Êzidî rabûne û got, "Êzidiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an neçar man koçî Rojava, Tirkiye û Ewropayê bikin, îsal jî neçar man Cejna Êzî li Rojava, Tirkiye û Ewropayê pîroz bikin. Divê Cejna Êzî weke kevneşopiyeke xwedîderketina li bawerî û nirxên çandî yên bingehîn ên welatê me bê dîtin. Pîrozmendiya Cejna Êzî ji bo civaka Êzidî ji her demê bêhtir niha watedar e. Ji ber ku baweriyeke qedîm di serdema heyî de bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye. Parastina Êzidiya wezîfeya tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li civaka Êzidî, çand û baweriya Êzidiyan derkevin û biparêzin.

Weke ku tê zanîn, beriya niha bi du sal û nîvan bi berxwedana yekîneyên parastinê yên Êzidiyan û têkoşîna eykîneyên din ên parastinê yên Kurdan, navenda Şengalê ji çeteyan hate rizgarkirin. Li axa qedîm a Şengalê Meclîsên Gel ên Êzidiyan hatin avakirin û civaka Êzidî dest bi birêxistinkirin û avakirina saziyên xweser ên xwerêveberiyê kir. Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku civaka Êzidî ya li derveyî Şengalê ye, cihê xwe di nava vê sîstema demokratîk a Şengalê de bigire û tevkariyê li avakirina sîstema xweseriya demokratîk bike."

'BILA BIBE WESÎLEYA RIZGARIYÊ'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca destnîşan kir ku ew hêvîdar e Cejna Êzî bibe wesîleya rizgariya jinên hê jî di destê DAÎŞ'ê de ne û got, "Bi bîr û baweriya ku civaka Êzidî wê li ser axa xwe paşerojeke azad û demokratîk biafirîen, cejna Êzî di serî de li civaka Êzidî ya li Şengalê tê dikoşe, li tevahiya Êzidiyan pîroz dikim."