‘Şopên’ ku gerîla li ser kursiyê nexweşxaneyê hiştî

Gelo kursiyeke muayeneya diranan dikare çawa bixuyê? Heke li ser wî kursiyî hûn çîroka kesên şopên xwe li wir hiştî bibîhîsin, dibe ku hindik be jî hemû tirsa we birevîne.

Lingên we, we bibe kû derê, hûn ber bi wê derê ve diçin. Hûn di ferqê de ne ku her dera we gava xwe avêtiyê, pê lê kirî, xwedî wateyekê ye. Çimkî kî/ê li vir re derbas bibe fikiriye, “Ka gelo kîjan heval li vê şiveriyê re derbas bûne”. Ev gotin hem weke pirsekê hem jî weke bîranînekê li ber guhê we olan dide.

Zanyariya çiyê, hinekî jî girêdayî bersivên ku hûn dixwazin bersiva pirsên we dide. Yek jî kesên ku şopên xwe li pişt xwe hiştî hene. Li gel kesên di hiş û bîrgehan de şopên xwe hiştî, her yekî/ê di wê riyê re debas bûyî bîranînek li pey xwe hiştiye nav awirên xwezayê.

ZÊDEYIYA WÊ HEYE, KÊMASIYA WÊ NÎNE

Mîna bazinên ku şoreşgera ji Arjantê Legerîna  enternasyonalist li pey xwe hiştî.. Lê beriya wê werin ka em lê werin em beriya Legerîn, li şopên bi dehan kesên ku di wir re derbas bûyî, şopên xwe hiştî binêrin.

Em li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nexweşxaneyeke diranan in; bi dîtina destpêkê ji nexweşxaneyeke diranan a bajêr tu ferqa xwe nîne, heta zêdehiya xwe heye kêmasiya xwe nîne. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi kirasên xwe yên bijîşkiyê ku li ser cilên xwe yên leşkerî de wergirtî me pêşwazî dikin.

ŞOPA ŞOREŞGERA ARJANTÎNÎ LEGERÎN

Belê em niha bên şopa Legerîn. Em ji gerîlayê ku di heman demê de bijîşkê diran e dipirsin. Bijîşk bi gotina, “Li vê derê bîranînên hevalên ku em niha nizanin ka li kû derê ne jî hene” û dest bi vegotina bîranînên li wê derê dike ji me re. Bi bazinê şoreşgerê enternasyonalîst ê ji Arjantînî Legerîn dest bi vegotinê dike.

Şopa dayikeke gerîlayê ku şehîd ketî jî li wir heye. Dema ku dayik hatî serdana zarokê xwe tê ser dana gerîlayên li nexweşxaneya diranan jî ku hemûyan weke zarokên xwe dibîne û dibêje, “Min ev ji bo kurê xwe çêkiribû, lê nebû nesîb ku ez bidim wî bi xwe, ez ê bidim hevrêyên wî.” Jî li kursiyê muayeneyê ve daliqandî ye.

TIRSÊ JÎ NAHÊLE

Ev bîranên ku bi kursiyên muayeneyê yên diran ve hatî daliqandin, ji bo kesên nû diranê xwe çêke jî dibe çavkaniya moral û hêzê ku tirsê li ser rake.

Tizbî, morik, bazin û tiştên din ên xemlê ligel balkêşiya xwe, bi xwe re gelek bîranînan jî hildigire û vedibêje..