Şikeftên Hezar Merd

Paşeroja şikeftên Hezar Merd ku 13 kîlometrê li başûrêrojava yên Silêmanî ye, xwe digihîne bi deh hezaran sal beriya niha. Ev mekanê ku ji bo dîrok û mirovahiyê bi nirxekî girîng e mixabin ku qedrê xwe yê ku heq dike nabîne.

Hîmên pêşî yên bajarê Silêmanî heta bi sala 1784’an diçin. Mirovan beriya bi 234 salan ev der ji xwe re kirine jîgeh û bi taybetî jî van 20 salên dawî ev bajar mezin kirine. Şikeftên Hezar Merd ku 13 kîlemetre li başûrêrojava yê Silêmanî ye, heta bi 10 hezaran sal bi paş ve diçe.

1928’an ji Ingilistanê Profeseroê Paleantropolojiyê Doroty Garrod hatiye herêmê û di encama kolandinan de kiriye ku şikeftên Hezar Merd derkevin holê. Garrad ku li Rojhilata Navîn bi kolandinên xwe navdar e, yek ji devera ku kolan lê kirî jî ev der e. Hezar Merd li gel şikexfên Şanîdarê yên Başûrê Kurdistanê, yek ji kevintirîn cihê dîrokî ye. Li şikeftên Hezar Merdê, di encama kolandinan de derkete holê ku şopên amûrên Neandertalan, ên dema Paleolotîka Navîn (300.000-50.000) hene.

BIVIRÊ DESTAN Ê BERIYA BI 50 HEZAR SALÎ

Tê gotin gelek alet û bermahiyên ku ji hêla Prof. Garrod ve di dema ku kolandinê derketine holê hatine avêtin. Lê hinek ji bermahiyan li Mûzeya Silêmanî dimînin. Di nav van bermahiyan de bivirekî destan jî heye ku li ser hatiye nivîsîn ji dema Paleolîtîka Navîn maye. Ev bivirê destan ku xwe digihîne 50 hezar beriya niha û amûrên dî yên ku hatine dîtin, nîşan dide ku Neanderthalên wê demê di nêçîrvaniyê de çendî zîrek bûne û nîşan dide ku teknîka wan a nêçîrvaniyê bi pêş ve çûye.

Prof. Garrod di berhemên xwe de ku behsa xebatên xwe dike, dibêje bi derfetên xwe yên kêm ên teknolojik, li gelek kan, kevirheste û hestiyên Neanderthalan rast hatiye ku pê nêçîrvaniya pezkovî, xezalan dikirin.

BÊ XWEDÎ NE

Li herêma ku jê re Aşkevtî Tarik (Şikeftên Tarî) tê gotin şikeftên Hezar Merdê û gelek şikeftên biçûk û 4 şikeftên mezin hene. Şikeftên Hezar Merdê ji odeyan pêk tên, ku firehiya ya herî mezin 12 û bilindahiya wê jî 11 metro ye. Şikeftên Hezar Merd bê xwedî ne, bi biharî re gelek kes diçin seriyekî lê didin. Lê derbarê dîrokê û bermahiyên ku ji şikeftê derketine ti agahî nayê dayin, ev jî nîşan dide ku li bara dîrokî ti eleqeyeke tine.

XWEYÎTÎ LI MIROVAHIYÊ KIRIYE LÊ TI ELEQE TINE

Arkeologê ji Heleçepyê Najmadîn Hawas li ser vê sersariyê wiha dibêje: ‘’Bêeleqetiya li Hezar Merdê, ku xweyîtî ji pêvajoya geşbûna mirovahiyê re kiriye, bi saziyên perwerdehiyê re têkildar e. Li ir hişmendiya dîrokî ya mirovan pir kêm e lê ji bo ku ev ji holê rabe ti eleqeyek tine. Derbarê mijarê li Kurdistanê li gelek deveran min lêkolîn kir û xebitîm. Li vir qet nedîtiye ku mamosteyek bi xwendekarên xwe re hatiye vir. Lê ji welatên cuda mamoste bi xwendekarên xwe re têne vir. Pêdivî pê heye ku girîngiya van deran a ji bo dîrok û mirovahiyê were vegotin.

Lê dema ku mirov ji van şikeftan li bajêr dinere bajarê Silêmanî ê 234 salî xuya dike. Di serî de ya rêveberiya bajarê Silêmanî, bêeleqebûna saziyên perwerdehiyên yên li ser şikeftên Hezar Merdê ku şahidî ji serdema herî dirêj û girîng a mirovahiyê re kiriye, ev çend sersariya wan a li bara van şikeftin û neparastina wan, bi qasî bermahiyên ku li şikeftan hatine dîtin mirov şaş dihêle.’’

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA /DEVRÎŞ ÇÎMEN