Şervanên ku ji bo azadiyê mirin di şexsê xwe de kuştine

Şervanên QSD'ê, bi taybetî YPG/YPJ'ê, ku li Reqayê rengekî canbexşane têdikoşin û bajêr û gel ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar dikin, bi wêrekiya xwe li cîhanê deng vedidin.

Ev der Reqa ye... Cihê ku ev 3 hefte ne di navbera hêzên QSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran lê diqewime. Li vî cihê ku hin derdor bi mebesta reşkirinê îdîa dikin ku 'şer lê nîne' şervanên QSD'ê bi şerekî sîng bi sîng, kolan bi kolan bi pêş ve diçin û bajêr ji dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê paqij dikin.

Yek ji nîşaneya şerê giran ê li vê derê, ev dîmen e ku nîşan dide, bê şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê çiqasî nêzî hev şer dikin.

Ev dîmen hem dijwariya şer radixe pêş çavan, hem jî wêrekî û lehengiya şervanên QSD'ê, bi taybetî lehengiya jinên Kurd ên li nava refên YPJ'ê nîşan dide. Sekvana YPJ'ê ku guleyê berdide çeteyên li hemberî xwe, guleyek sekvanê DAIŞ'ê hema bi çend santîmî li ber serê wê dikeve. Şervana YPJ'ê vê kêliya herî nêzî mirinê bi rûkenî pêşwazî dike. Ev dîmenê ku di medya civakî de hate weşandin, di gelek rojname û malperên Erebî û Ewropî de jî deng veda, ku hemûyan jî pesnê wêrekiya YPJ'ê dan.