Şervanên enternasyonalîst: Em ê Efrînê biparêzin

Şervanên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya bi şoreşê re li Rojava li dijî barbariya DAÎŞ'ê şer kirin, dan xuyakirin ku wê niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, Efrînê biparêzin.

Şervanên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên cîhanê ku gelek ji wan bi mehan e li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşin, piştî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin vê derê û ji bo parastina nirxên şoreşê şer dikin.

'LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ NEDIBÛ KU MIN XWE JI TÊKOŞÎNÊ VEGIRTA'

Şervanê enternasyonalîst ê bi navê Argeş got, "Zêdeyî 8 meh in ez hatime Rojava." Argeş got, li ser şoreşa li Rojava wî gelek tişt bihîstiye û di serî de azadiya jinê, xwestiye demokrasiya yekser li cih bibîne û bibe parçeyek ji şoreşê.

Argeş ku ji bo tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bibe hat û 6 mehan li wir ma, piştre karên civaka sivîl lêkolîn kir û dît bê şoreş çawa bi rê ve diçe. Argeş destnîşan kir ku nedibû ew li hemberî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê bêdeng bimîne û got, "Nedibû ku min xwe vegirta û ji bo parastina Efrînê tevlî hevrêyên xwe bûm." Argeş got, mirovên ji deverên cuda yên cîhanê heyranê şoreşê ne û destnîşan kir ku ji ber vê yekê mirov ji welatên cuda yên cîhanê tên tevlî şoreşê dibin.

Şervanê enternasyonalîst bang li civaka navneteweyî jî kir û xwest li ber dewleta Tirk rabe.

PIŞTÎ REQAYÊ JI BO PARASTINA EFRÎNÊ HAT VÊ DERÊ

Şervanê bi navê Andok ragihand ku 9 meh berê ji bo têkoşînê ew hate Rojava û ji bo destekê bide gelê Kurd biryar daye ku tevlî navar efên şoreşa Rojava bibe. Andok diyar kir ku ew 6 mehan li Reqayê ma û niha jî ji bo parastina kantona Efrînê ji dagirkeriyê hatiye vê derê.

Şervanekî din ê enternasyonalîst ku navê Tirpan li xwe kiriye got, ew bi biryardarî û bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' cihê xwe di nava berxwedanê de digirin.

DIVÊ ŞOREŞGER LI GELEMPERIYA CÎHANÊ JI BO EFRÎNÊ TÊBIKOŞIN

Şervanê enternasyonalîst ê ji Fransayê yê bi navê Serhad ev 14 meh in cihê xwe di nava berxwedana Rojava de digire. Serhad ku tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû, ev 10 roj in li Efrînê ye û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide. Serhad ku di nava koma YPG'ê ya enternasyonalîst a antî-faşîst de cih digire, anî ziman ku wî li Rojava fêhm kiriye ku şoreşa femînîst, ekolojîk û civakî ji bo her kesî wezîfeyek e.

Serhad bang li şoreşgerên li deverên cuda yên cîhanê kir û ji wan xwest ku li her devera cîhanê têkoşîna wan geş bikin. Serhad işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî hikumeta Tirk û çeteyên wê kir û xwest, çalakiyên di vî warî de bên zêdekirin.

PIŞTÎ DAÎŞ'Ê LI DIJÎ DAÎŞEKE KIN LI DIJÎ ERDOGAN Û ÇETEYÊN WÎ TÊDIKOŞE

Şervanekî din ê bi navê Kendal Qamişlo jî yek ji wan şervanên enternasyonalîst e ku ji bo parastina Şoreşa Rojava ev 5 meh in hatiye Kurdistanê. Qamişlo diyar kir ku ji bo parastina şoreşa jinê û gelan hatiye Rojava û bi bîr xist, li şûna çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin têkbirin DAÎŞ'eke din; Erdogan û çeteyên wî ji bo hilweşandina şoreşa Rojava êrîşî Efrînê dikin. Kendal Qamişlo got, wî biryar daye ku li dijî vê yekê cihê xwe li nava eniya berxwedanê ya li Efrînê bigire û diyar kir, li dijî desteka siyasî û leşkerî ya hikumeta Brîtanyayê ya ji bo hikumeta Erdogan ê faşîst ew li Efrînê ye.