Şervanê YPG'ê yê ji Manchesterê peyam da

Şervanê YPG'ê yê ji Manchesterê Mîchael Enrîght, ji warê xwe re peyamek şand, ku duh bi şev êrîşeke terorîstî lê hate kirin.

Aktorê Îngilîz şervanê Mîchael Enrîght, ku niha li eniya rojhilat a Reqayê ye, ji ANF'ê re axivî.

Enrîght êrîşa duh bi şev a li Manchesterê nirxand û destnîşan kir, ku YPG li dijî van rêxistinên nebaş şer dike û ji her kesî xwest, di vî şerî de piştgiriyê bide wan.

Enrîght got, ew ê biçe Reqayê û li wê derê di şer de li van çeteyan neyê rehmê. Enrîght got, "Li Reqayê, wê Manchester bê bîra min."

Peyama Enrîght wiha ye:

"Ez hînî mirinê û êrîşên terorîstî bûme, lê belê dema ev yek li Manchesterê dibe, hingî wateyeke xwe ya gelekî cuda derdikeve holê. Aliyê ku herî zêde mirovan dêşîne jî, tişta ku vê êrîşê bi serê zarokan ve aniye. Mirov ji bo kêf û şahiyê bi malbat û hevalên xwe derdikevin derve, lê komkujî li wan tê kirin. Ji bo çi? Tenê ji bo nebaşiyê. Bang li gelê Manchesterê, yê Îngilîstanê û mirovên li her deverên din dikim; piştgiriyê bidin me. Em bi we re ne û em ji we hez dikin. Em vî şerî dibin mala wan. Dema çûm Reqayê, ez ê ne li benda rehmê bim, lê ez ê li wan jî neyêm rehmê. Ez dikarim soza vê yekê bidim. Wê Manchester bê bîra min."