Şerbeta Kurdan: Ava Sûsê

Dermanê gelek nexweşiyan Ava Sûsê, bi germa havînê re li Kurdistanê gelekî tê vexwarin.

Ava Sûsê li her devera Amedê dikare bê peydakirin. Bi dehan kes şerbikên ji ava sûsê diavêjin ser pişta xwe û difiroşin. Hem debara xwe pê dikin, hem jî di germa havînê de mirovan hênik dikin. Firoşkar Cemîl Batibay ê 69 salî, ev 40 sal in ava sûsê difiroşe û debara xwe pê dike.

'EM BI MALBATÎ VÎ KARÎ DIKIN'

Batibay li kolana Gazî ya navçeya Sûrê dezgeha xwe daniye. Batibay diyar kir ku wî di ciwantiya xwe de dest bi vî karî kiriye û destpêkê li nava kolanan digeriya û ava sûsê difirot. Batibay anî ziman ku ew vî karî bi malbatî dikin û got, "Kekê min ê herî mezin 50 salan ev kar kir. Dûre radestî kekê min ê din kir. Wî jî 40 salan ev kar kir. Ê min jî, 40 sal in ez bi vî karî debara xwe dikim. Lêçûna vî karî kêm e. Hem dibim alîkar ji bo mirov hinekî hênik bibin, hem jî pere qezenç dikim."

Batibay bi bîr xist ku destpêkê sarinc tine bû û wiha dewam kir: "Wê wextê ne lîmonata hebû ne jî tiştekî din. Me tenê ji qeşaxaneyê

'EM JI QIRAXA ÇEMÊ DÎCLEYÊ DIDIN HEV'

Mehmet Everek ê 33 salî, hem şerbeta ava sûsê bi xwe çêdike hem jî difiroşe. Dibêje ku şerbeta wan aveke xwezayî ya vexwarinê ye.

Everek diyar kir ku ew ber destê sibehê saet 4'an radibin û diçin koka riweka sûsê didin hev û got, "Em kokên sûsê tînin malê û baş paqij dikin. Piştre wan xweş dieciqînin û dixin teştê. Avê berdidin ser û bi wî rengî dihêlin. Nîv saetê carekê ava wê diguherînin. Piştre em baş dadiwerînin, dixin termos, qeşayê datînin ser û dibin sûkê difiroşin. Em koka gîhayê sûsê ji qiraxa Çemê Dîcleyê didin hev. Şînkahiya sûsê havînê kesk e, zivistanê jî hişk e."

Everek anî ziman ku hevdana şînkahiya sûsê bi tena serê xwe zehmet e, lewma pêwîstiya wî bi alîkariya malbatê heye û got, "Ne tenê hevdan, çêkirina wê jî zehmet e. Ev kar têra me nake, lê belê ji ber ku karekî din nîne em vî karî dikin. Ez malbateke ji şeş kesî xwedî dikim. Karekî bi mûçeyê kêmtirîn hebûya min ev kar nedikir. Rojane 80 heta 100 TL'yî şerbeta ava sûsê difiroşim."

'DERMANÊ NEXWEŞIYAN E'

Everek diyar kir ku ava sûsê derman e û got, "Dike ku mehdê mirovan biçe xwarinê. Ji bo astim û bronşîtê baş e. Feydeya xwe li nexweşiyên mîdê heye. Dibe alîkar ku kevir ji gurçikê bikeve. Ji bo mirovên ku mîda wan dişewite û ava tirş bi ser mîda wan dikeve, baş e."