Şêniyên Girê Spî: Em jiyana xwe ya berê dixwazin

Bi hezaran mirovên ji Girê Spî ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan neçar man ku warê xwe biterikînin li Reqayê di nava şert û mercên giran de ne.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirov neçar man warê xwe biterikînin. Piştî ku Girê Spî, Serêkaniyê û Silûk bûn hedefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi sed hezaran mirov ji neçarî warê xwe terikandin û koçî herêmên Reqa, Tebqa, Kobanê û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Beşeke mezin a mirovên ji Girê Spî koç kirin derbasî Reqayê bûn. Beşek ji wan li xirbeyên ji dema şerê Reqayê bi cih bûn, beşek ji wan jî bi alîkariya gelê Reqayê neçar man ku çend malbat li xaniyekî bin. Ebdûle Îmê ku dema çeteyan êriş kirin du kurê wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin, tevî hevserê xwe yê extiyar û neviyên xwe yên sêwî dimîne. Yek ji wan mirovane ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan neçar ma koç bike.

Îmê anî ziman ku her tiştên wan ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin û got, "Dema ku çete hatin em neçar man ku birevin. Ji xwe du kurên min li pêş çavên min kuştin. Ez niha tevî hevserê xwe yê extiyar û van zarokên sêwî me. Çend roj berê ez çûm mala xwe bibînim, min dît ku her tiştên di xanî de talan kirine. Çeteyan ji min re got, 'bila kurê te were'. Ji xwe berê her du kuştin. Yek ma, ma dibe ku ez wî jî radestî wan bikim. Ji tirsa min got temam û derketim hatim. Careke din neçûm. Em niha li vê deverê li xaniyekî bê pace û bê derî ne ku nizanin ê kê ye."

PIŞTÎ DAGIRKERIYÊ HER DEVER TALAN KIRIN

Esma Mihemed jî anî ziman ku wan xaniyê xwe bi keda ji salan ava kirin, lê bi zorê jê hatin derxistin û got, "Dest danîn ser her tiştên me. Rewşa me baş bû. Em Kurd û Ereb weke hev bûn, cudahî di navbera me de nebû. Erdogan û çeteyên wî hatin û her tişt qirêj kirin. Niha li vê deverê em sê malbat bi hev re ne. Hevserê min nexweşe, cîran alîkariya me dikin."

Şêniyek ji Girê Spî anî ziman ku li Girê Spî piştî dagirkeriyê her roj talan û dizî tên kirin û got, "Bi taybetî êvaran dikevin nava xaniyan û her tiştî didizin. Wesayitên xwe dibin ber deriyê xaniyan. Welê li herêmê hatiye ku mirov nikarin biçin gel cîranên xwe. Dema ku tu ji xaniyê xwe derdikeve yekser dikevin xanî û her tiştî dibin. Jin ji tirsa wan nikarin derkevin derve. Hemû rî dirêj in û kincê DAÎŞ'iyan li xwe dikin. Di navbera wan û DAÎŞ'ê de ti cudahî nîne.

Mîna DAÎŞ'ê emîrên wan jî hene. Cîranên me yên Kurd hebûn. Ketin malê wan û talan dikin. Dema ku em ji wan re dibêjin, 'wan tiştek nekirine, hûn çima xaniyên wan talan dikin', me digirin û êşkenceyê dikin. Em ji tirsa reviyan Reqayê. Em jiyana xwe ya berê dixwazin. Em berê gelekî aram bûn."

Eyran Ehmed jî destnîşan kir ku wê nehêlin Erdogan xaka wan dagir bike û dixwazin li xaka xwe vegerin.