Şehba ya bi rûmet

Ji bo Şehbayê, ku beşek jê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, stran hate nivîsandin û klîb jê re hate kişandin. Stran li ser êş û hêviya azadiyê ya gelê Şehbayê ye.

Yek ji herêmên ku êşên giran lê tê kişandin Şehba ye. Li ser Şehbayê stranek hate çêkirin û klîb hate kişandin. Stran ji aliyê helbestvan Mehdiyê Selîm ve hate nivîsandin û amadekirin. Hunermendê Efrînî Îbrahîm Xelîl jî xwend û TEV-ÇAND a Efrînê jê re klîbek kişand.

Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, yek ji cihên ku rejîmê ewilî terikand, Şehba bû. Li Şehbayê, di sala 2013'an de 21 rêxistinên ku navê 'mûxalîfan' li xwe dikirin bûn yek û êrîşî Kurdan kirin. Ji ber vê êrîşê, beşeke mezin a Kurdan neçar man ji Şehbayê derkevin. Di navbera salên 2014-2015'an de van 'mûxalîfan' temamiya Şehbayê radestî DAIŞ'ê kirin.

Hêzên Şoreşger, ji Sibata 2016'an heta destêka 2017'an 75 gundên Şehbayê rizgar kirin. Lê beşeke mezin a Şehbayê hê jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Gelê Şehbayê bi biryar e ku axa xwe ya ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin, rizgar bike.

Gotinên strana "Şehba ya bi rûmet" wiha ne:

Şehba ya bi rûmet!
Şehba ya bi rûmet nakeve, Şehba teslîm nabe.
Em tên, em tên, ji bo rizgarkirina axa xwe em tên.
Alayên serketinê li ba didin û em tên.
Em ê bêjin, em ê bêjin, em ê bêjin!
Yên rûmetê diafirînin tên.
Rondikên Şehbayê ji bo me gelekî hêja ne.
Ey welatê min, roniya çavên min; zarokên te tên.
Hem xurt in, hem jî Xwedê wan diparêze.
Em roja azadiyê ne, ku di dawiya vê tarîtiyê de hiltê.
Em şehîdên xwe, mîna cejnê bi pîrozbahiyê vedişêrin,
Ev nîşaneya serketina mezin e
Ey dayika şehîd, em zarokên te bi pîrozbahiyê vedişêrin
Ev yek ji bo me nîşaneya serketinê ye
Ey Ebû Roj, Xebat, Adil, Botan!
Mazlûm hê şer dike.
Em bi fîşek û êgir hat.
Yên rûmetê diafirînin tên.

Klîba ku duh gihîşt ber destê şêniyên herêmê, bi coş û kêf hate pêşwazîkirin. Stranê, beriya hilbijartina sibe ya li herêma Şehbayê, coşa gelên Şehba ya Azad zêde kir. Şêniyên Şehbayê ji duh ve di konvoyên hilbijartinê de li strana 'Şehba ya bi rûmet' dixin û li medya civakî par ve dikin.