Şaredariya Bad Fallîngbostelê destûr neda festîvala Êzidiyan

Festîvala Çanda Êzidiyan, ku wê 27'ê Gulanê (sibe) li bajarê Bad Fallîngbostelê bihata lidarxistin, ji ber ku şaredariya vî bajarî destûr neda, hate betalkirin.

Rêveberiya Komeleyên Civaka Êzidî li Elmanyayê (NAV-YEK) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya NAV-YEK'ê de bal hate kişandin ser hewldanên demên dawî yên şaredariyên Celle û Bad Fallîngbostelê yên ji bo reşkirina civaka Êzidî û hat ragihandin, di encama vê plana reşkirinê de Şaredariya Bajarê Bad Fallîngbostelê destûra ji bo Festîvala Çanda Êzidiyan dabû, betal kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Elmanya xwe weke hevalê civakên bindest û kêm ola diyar dike. Lê niha rûyê xwe yê rast derxistin holê. Şaredarî û rayedaran nehiştin û nahêlin civaka Êzidî bêne gel hev û çanda xwe pîroz bikin. Ev helwest helwesta dewletên desthilatdar e, ev helwest helwesta dewleta kûr e.

Dewleta Elmanya, şaredariya bajarê Bad Fallingbostel, destûra ji bo lidarxistina Festîvalê ji me stendin û nahêlin em li deverê din jî Festîvalê pêk bînin.

Ji ber van sedeman em dibêjin Festîvala Êzdiyan a 27.05.2017 hate betalkirin."

NAV-YEK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand, ku ew vê helwesta dewleta Elmanya qebûl nakin û ew ê vê mijarê li ser rêya hiqûqê bişopînin."