Şakar ê ku ji bo şermezarkirina tecrîdê xwe şewitandibû şehîd bû

Ugur Şakar ku Sibatê li Krefeldê ya Elmanyayê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, şehîd bû.

Ugur Şakar 20'ê Sibatê li ber dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber êgir.

Şakar ku bi rêjeya 64 ji 100'î laşê wî şewitî, li Duîsbûrgê li nexweşaneyê tedawî dibû.

Hate gotin Şakar vê spedeyê şehîd bûye. Doktoran, piştî ku Şakar gihandibûn nexweşxaneyê, ji ber sedema ku rewşa wî giran bû, serdan qedexe kiribûn, 20'ê Sibatê, hewldana polîsan ku îfadeyê wî bistînin asteng kiribû.

Ugur Şakar beriya çalakiyê bi nameyekê bal kişandibû ser tecrîda li ser Ocalan, grevên birçîbûnê û zextên dewleta Elman.

Şakar ê ku di nameyê de çalakiyên grevên birçîbûnê slav kirî, gotibû, ''Tevgera PKK'ê felsefeya ''berxwedan jiyan e'' hînî me kir. Em li kûderê jî bin, berxwedana li dijî bêdadmeniyê deynê ser stûyê me ye.''

Şakar bêdengiya welatên Ewropa şermezar kiribû, bi taybetî li dijî bêdengiya CPT'yê ya li bara grevên birçîbûnê helwest nîşan dabû.

Şakar wiha gotibû: ''Ez tundiya polîsên dewleta Elman û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim. Li şûna ku bi koletî bijîn, ez bang li her Kurdî dikim ku ji bo jiyaneke bi azadî li ber xwe bidin.

Bi mîsogerî em ê bi ser bikevin. Em li dora hevalên ku li dora Rêbertî kom bûne, em xwe kom bikin.''