Şahiya Mirovahiyê ya  li Parîsê di roja xwe ya pêşî de ye

Di Şahiya Mirovahiyê ya Parîsê de tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê hatin destnîşankirin.

Di vê şahiyê de, ku îsal ev sala 87’an e tê kirin, bi sedan stant û kon hatin danîn, ji beşên cihê bername têne kirin, gelek komên muzîkê strandin.

Di şahiyê de, ku li Parka La Cournouve ya Parîsê weke her sal Kurdistanî jî hazir bûn. Xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kon vekir û danezanên bi rojeva tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li Kurdistanê û komkujiyan belav kirin.

Bi pêşengiya Tev-Çand Parîsê hunermendên Kurd jî tevlî şahiyê bûn, gelek Fransiz bi Kurdistaniyan re ketin govendê, li tehma xwarinên Kurdan nerîn.

 ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN’

Siyasetmedarê Kurd Agît Polat ku tevlî konê hevgirtinê bû, behsa xebatên Komeleya France Kurdistanê kir û derbarê zext û komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê axivî. Polat got li Tirkiyê pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin. Polat wiha got: ‘’Em ê barbariya ku hatî kirin û berxwedanê nîşanî hemû dinyayê bidin. Nayê qebûlkirin ku hovîtiya li Cizîrê di çapemeniya Ewropayê de cih negire, êdî têkoşîn kete rengekî dî. Me ev polîtîka û zext berê jî dîtibû û bi salan e em têdikoşin, em ne xerîbê vê ne. Em bi berxwedanê hatin van rojan û bi berxwedanê em ê hebin.’’