Îtalya jî wê derfetê bide otenaziya pasîf

Îtalyayê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku li gorî vê yekê, mafê otenaziyê dide nexweşên ku bi nexweşiyeke gelekî giran ketine û êşên gelekî giran dikişînin.

Dengdan li Senatoya Îtalyayê hate kirin û pêşnûme qanûna bi navê "Bîotestamento" li hemberî 71 dengên dijber, bi 180 dengan hate qebûlkirin.

Bi vî rengî wê maf ji nexweşên ku şensê başbûna wan nîne bê dayin ku karibe biryarê li ser mafê xwe yê jiyanê bide.

Li gorî qanûnê, nexweşên ku tedawî dibin û hê hişê wan li serê wan e ku karibe biryarê bidin, wê karibin tedbîrên ku piştî ketin rewşa nikare biryarê bidin, diyar bikin.

Eger nexweş bixwaze, di asta herî giran a nexweşiyê de xwedîkirina bi dermên jî di nav de  dawî li tedawiyê bê anîn, wê ev daxwaz bi cih bê anîn.

Nîqaşên otenazî yên li Îtalyayê, bi Elûana Englaro dest pê kiribû ku di navbera salên 1992 û 2009'an de bi xwedîkirina sûnî di komayê de mabû. Malbata Englaro sala 1999'an serlêdan kiribû û piştî 10 salan, sala 2009'an dawî li xwedîkirina sûnî hatibû anîn.

MAFÊ OTENAZÎ YA AKTÎF Û PASÎF LI KÎJAN WELATAN TÊ NASKIRIN?

Li nava welatên Ewropayê, mafê otenaziya aktîf ku rê li ber mirina nexweş bi destê mirov vedike, tenê li Hollanda, Belçîka, Luksembûrg û Swîsreyê heye. Li welatên din jî mafê otenaziya pasîf heye ku li gorî hin qanûnên sînorkirî derfet ji nexweş re tê dayin ku di asta dawî ya tedawiyê de dawî li tedawiyê bê anîn. Ev maf jî li Elmanya, Norwêc, Awûstûrya û Swêdê heye.