Îslam û Misilman li kû ne?

Endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Alî Haydar Kaytan, bal kişande ser Îslama Demokratîk û geşedanên Rojhilata Navîn û hêla Îslamê ya dijî neheqiyan destnîşan kir.

Nivîsa A. Haydar Kaytan wiha ye: Nûnerê bijarte yê Îslama Demokratîk Alî Şeraîtî vedibêje:

Beriya Abbasiyan gelê Misilman dema ku ji rêveberan piçekî jî dilnexweş dibû ev bi çarenûsa civakê re têkildar didît, zilmeke biçûk a xelîfe jî dihate dîtin. Dema ku dihate dîtin ji derdora xîlafetê mirovekî cihê xwe nebaş bi kar bianiya, mirovên li kuçeyan û li bazarê li ser karê xwe, karê xwe beridan dibezîn mizgeftê, diqêriyan û dixwestin xelîfe were darizandin. Di dema pêxember de, di dema çar xelîfeyên pêşî de, di dema Emewiyan de bihistyariya civakî ya gelê Misilman ev çend zêde bû. Diyar bû ku li ser civakeke wiha wê bi hêsanî nikarîbûna otorîte were danîn û nikarîbûna bi hêsanî bikin bin nîr. Ji  bo vê jî dema mela bang dida, ev mirovên ku xwedî taybetmendiyên tûj ên civakî bûn, di cih de diçûne nimêjê, li wir bi kûrahiya dinyaya xwe ve diçûn û li qedera xwe difikirîn.

Rojekê Omer ku di pozîsyona Imrator de bû, ku qutikê yekî bi xenîmetê standibû û ji yên sehabiyên dî dirêjtir bû, dema ku ev hate dîtin mirovan gotinê, ‘’çima qutikê te dirêjtir e?’’. Gel, li şûna ku pesnê Omer ê ku Îran û welatê dî feth kirine bide, wî didarizîne, bi sedema ku cihêkarî kiriye bi qerpika wî digirtin. Omer ê ku li şûna ku berdevkê wî daxuyaniyê bide, ew kurê xwe Abdullah şahid nîşan dide û dibêje: ‘’We divê nûnerê xwe bişînin her deverê û lê bikolin. Ji ber ku bejna min dirêjtir bû qumaşê ku têra her kesî kirî têra min nekir. Ji ber ku ji du qumaşên xenîmetê qutikek ji min re çêbibe, Abdullah para xwe da min. Biçin binerin, li ber destê Abdullah ji vî xenîmetî tiştekî dî nîn e.’’ Ew jî diçin lêdikolin û dawiyê dibînin ku Omer ti sûc nekiriye.

Ev bihîstyarbûna civakî ya li nav dinyaya Îslamî pêşî di dema Abbasiyan de bi dawî bû.

Di dema Emewiyan de ji Hasan Basrî dipirsin, ‘’Îslam çiye, Misilam kî ne?’’. Basrî dibêje, ‘’Di van deman de Misilmantî di kitêban de ye û Misilman jî di biniya erdê de ne.’’ Her çendî Basrî di demeke wiha de dijiya ku bîranînên derbarê Pêxember û xelîfeyan hê zindî jî bû û şahid dijiyan jî, bersivê wiha dide.

Û niha em li Îslama niha û kesên ku ji xwe re dibêjin Misilman em bifikirin. Em bibêjin, heke Hasan Basrî niha bijiya wê bersiveke çawa bida vê pirsê. Teqez e ku bersiva ku wê demê dayî wê niha nikarîbûya bida. Ji ber ku ‘Îslama di pirtûkê de’ jî nîn e êdî; bi heman rengî weke misilmanên di bin erdê de û bedena wan riziyayî û tevlî axê bûne, ji bîrê çûne.

Halê Rojhilata Navîn ya ku Îslam lê derketî li hêlekê bihêlin, lê binerin bê ka Îslam bi kirinên dewleta AKP’ê li Tirkiyê ketiye çi rewşê. Di nav agirê şerê tinekirinê de ye ku li cografyaya Kurdistanê berê xwe daye temamkirina qirkirinê ya bi rengekî bê rêbaz. Bi pêşnûmeyeke fetwaya Nemrûdê dîktator ku weke ku xelîfe be radibe, niha ne agirek lê bi hezaran agirê Ibrahîm tê vêxistin. Ez rasteqîniya wê nizanim lê heke wateyeke wê ya pîroz hebe jî,Nemrûd vê nîşaneya ‘rabîa’ ji bo diyardeyên ku îcadên kapîtalîzmê ne û li nebûna hişmendiya civakî dikeve destnîşan dike. Diyardeyên ‘yek welat’, ‘yek milet’, ‘yek dewlet’ û ‘yek al’ weke pêdiviyên Îslamê be destnîşan dike. Li ser vê zemînê ketiye ber pêla nîjatperestiya ku geş kiriye û Tirkan li birayê wan Kurdan sor dike. Ji ber ku bawer dike Kurdê azad ê xwedî nasname wê siltaniya wî ya faşîst birûxîne xwe li goreke wî jî negirtiye û bi alçaxî goristanan jî bombe dike.

Dîktatorê faşîst û destilatdariya wî qîma xwe tenê bi vê jî nayîne, li kûderê Kurdek hebe ku li dijî polîtîkaya wî ya îmha û înkarê qebûl nake û xulamtiyê jê re nake, çavsoriyê davêjiyê û dike dîn dijminê xwe. Ji bo vê jî li dijî doza bûnewerî û azadiyê ya Kurdên Rojava jî şer dide destpêkirin. Topan davêje gundên Efrînê û xwe kar dike ku Efrînê dagir bike. Ji bo ku Kurd têkoşîna bûnewerî û azadiyê nebin sêrî bi her kesî re têkiliyê datîne, tim ji ya xwe tê xwarê. Bi vî rengî ne tenê ya Kurdan, siberoja gelên ku dixwazin bi azadî bijîn jî tarî dike. Bi koalîsyoneke xwînxwar goristanê nîşanî hemû pireengiyan dide.

Dema ku ji Mecûsiyekî tê xwestin ku bibe Misilaman dibêje, ‘’Misilmantî heke weke kirina Beyazid (Bistamî) be hêza min têrê nake lê na ku Misilmanî kirinên we be, hewcehiya min bi vê nîn e.’’ Heman Mecûsî ku hevçaxê Erdogan bûya, ku bidîtana wî li dijî Kurdan Îslam ev çend bi alçaxî bi kar aniye û dîsa heman daxwaz jê bihata kirin wê tenê ne gotiba pêdiviya wî pê nîn e, wê bigota, ‘’di baweriya we de cih ji mirovahiyê re nîn e.’’ Di destê Erdogan de dînê Îslamê bûye amûrê herî kirêt. Navê vê dij Îslam e, Îslama Fîravûnî ya netew-dewletî ye ku hewl dide însên bike xwedî çarenûsa kerîtiyê.

Em li dinyayeke wiha dijîn ku di nav amûran de herî pir neynik tê bikaranîn. Lê mirovê serdema me dema ku diçe ber neynikê ne li xwe lê li resmê di neynikê de dinere. Weke Şerîatî gotî mirov xwe di neynika hişmendiyê de dibîne. Hişmendî însên xwe bi xwe dide naskirin, dike ku fêhm bike ku ew çendî hebûneke nirxdar e. Lê mixabin ev mirov her çendî xwedî neynikê be jî, ne xwedî wê cot neynikê ye ku bikaribe tê de xwe û çirava ku tê digevize bibîne. Bêyî hebûna Neynikê (Ayn-çav) rastî ji mirovan ve tê dîtin?

 

Kî dikare rastiyê nîşanî vî însanî bide û berê çavê wî bide heqîqetê? Di dinyaya îro de yê ku mirovan dixapîne û dike ku derewê weke ku rastî be bidîn ne xapînokên bê guneh ên rabirduyê ne. Ew di heman demê de ew hêz in ku ‘çavan çêdikin û dikin ku pê bibînin’’. Îro çavê însên yê ku pê li rastiyê dinere, ew çav in ku pergaleke zordar pê ve kirine. Hêza ku hişmendî hîsên vî însanî çêdike heman pergal e, yê ku hemû rêgez û nirxên estetîk empoze dike jî heman pergal e. Rengên ku lê xweş tên ew reng in ku ev sîstem destnîşan dike. Tehma tiştên ku dixwe û vedixwe jî ev pergal diyar dike. Ev mirovê ku ji xwebûnê ew çend hatiye dûrxistin êdî bûye bûneweriyeke reben ku ketiye ber xizmeta vê pergala zilm û zordariya hov.

Lêgerîna heqîqetê bi redkirina neheqiyê dest pê dike. Redkirina derkirina daxwaza ketina rêya rast e. Ev daxwaz bi serîrakirinê xwe nîşan dide. Jixwe Alî Şeraîtî jî dibêje, ‘’Pêvajoya afirandina Adem jî wiha dest pê kir. Jê re hate gotin ji vî fêkî nexwe, wî xwar. Piştre bû Adem, bû însan, hate ser rûyê cîhanê. Heke ne wiha bûya, ew ê jî weke hemû melekan bê mane bûya, li vir wê bibûya melekekî xurek û bêkêr.’’ Di nav dinyaya însên de ku rojane dijî, tekane derdê wî mezaxtina a zêdetir û a baştir e, bi vê maneyê jî yê ku ji manewiyata Îslamê qut bûyî, beriya her tiştî serîrakirinê ji dest dide. Mirovê ku xwe di jiyanê de mehkûmî mirinê dike û wê ji hişmendiya jiyana rojane ku çiraveke wiha ye ku hemû nirxên berz tê de noq dibin, serwext nebûbe ti caran nikare bibe mirovekî xwedî exlaq û sincê. Exlaq her demê çalakiyê hewce dike û ev çalakî jî her demê xwe di nav têkoşîna dijî neheqiyê de dibîne. Mirovê  ku çewtiyê red nake û li dijî neheqiyê serî ranake, dema ku ji xwe re mirov bibêje divê mirov şaş bimîne. Jixwe mucahidê nemir ê Îslama civakîparêz Ebûzer jî digot, dema ku mirov li malê nan nebe bixwe û serî raneke mirov ji aqilê wî şaş dimîne.

Di serî de Îslam, li hemû dînên Ibrahîmî yên ku xira nebûne binerin, hûn ê bibînin ku lanet kirine ku mirov ji neheqiyê re û ji neheqan re serê xwe bitewîne. ‘’Yê ku mirovekî dî kuştî her çend kujer be jî mirov dibîne. Lê yê ku li pêşberî hine dî serê xwe berjêr dike û şalaviyan dike êdî ne îsan e. Lê ew hay ji vê nîn e. Kuştina mirovan û kirina diziyê bi neqencî dizane lê şalaviyê nake. Ev şalavîtî, bi koletî, bi serê xwe tewandina ji hinan re û zarîkirinê hemû tiştên ku bi nirxê wê nizane ji dest dide.’’

 

Tir derdê min ê ku Îslamiyetê ji Erdogan û derdora wî re vebêjim nîn e. Fîrewn serhişkî kir û li gel hemû mûcîzeyan jî Mûsa red kir. Ti gumana min jê nîn e ku Erdogan jî wê bide pey rêya firewn û weke firewn di dîrokê de wê were lanetkirin. Ez ji gelê Kurd re ku çanda Îslamê dijî hewl didim bibêjim ku divê ji Îslamê çi were fêhmkirin û di nav vê çarçoweyê de li dijî zordar divê mirov çi bike. Ez dixwazim nirxandina xwe dîsa bi gotineke balkêş a Alî Şeraîtî biqedînim:

 ‘’Dema ku agir bi malekê ketibe û hin ji te bixwazin ku werî nimêjê û dia ji Xwedê re bike, bizanibe ew xayin e. Karê yê dî- ango yê ku bang dike- ne di xema wî de ye jî. Te divê bila pîroz be te divê bila ne pîroz be, her karê ji bilî vemirandina vê şewatê bi kerîtî ye. Te divê bila bi lêhûrbûna berhemên edebî û ilmî yê herî xweşik be, te divê bila pêmijûlbûna bi keşfeke zanistî be, heke tu di wê demê de bi tiştekî dî re eleqedar bibe dibî ker. Li derveyî vê çi tiştê ku dikî û pê dilebikî te dike ker. Êdî tu çûye.’’

Heke hûn jî van gotinan rast dibînin, wê demê ji bo ku agirê li Kurdistanê bitefînin her kes bila bixebite!’’