ÎHD: Em santralên nukleer naxwazin

ÎHD’ê di salvegera Hîroşîmayê de daxuyanî  da û got ku, “Em li welatê xwe û li cîhanê santralên nukleer naxwazin. Santralên nukleer tê wateya binpêkirina mafên mirovan.”

Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di salvegera 73’emîn de ya ku DYA’yê bombeyên nukleerî avêtibû bajarên Nagazakî û Hîroşîmayê yên Japonyayê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafê Mirovan Raîf Bozdemîr di civînê de axivî û diyar kir ku cara pêşîn di 6’ê Tebaxa 1945’an de bombeyên nukleerî hatiye bikaranîn.

Bozdemîr bi bîr xist ku li bajarên Nagazakî û Hîroşîmayê bi carekê re bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û kesên ku ji karesatê filitîne jî nexweşiyên wan ên genetîk hene û ev nexweşî bi neviyên van kesan jî heye.

Bozdemîr got ku, “Enerjiya nukleer gelekî bi xeter e, heke teqîn pêk neyê jî radyasyonê çêdike û gelekî biha ye. Ew ê mirovahî karesatên li ser Hîroşîma û Nagazakiyê ji bîr neke. Em li Akkûyû, Sînop û li cîhanê santralên nukleer naxwazin. Santralên nukleer binpêkirina mafên mirovan e, em ê destûrê nedin vî tiştî.”