Îdîaya ku Trûmp xwe ji Peymana Avhewayê vekişandiye

Hate îdîda kirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, xwe ji Peymana Avhewayê ya NY’yê vekişandiye, Trûmp, wê biryara xwe di nava çend rojên pêşiya me de diyar bike.

Peymana ku Kanûna 2015’an li Parîsê di Konferansa Avhewayê ya COG21’ê de hate erkêkirin, bi armanca germaya gerdûnî di 2 pleyan de sînordar bike, pêşbînî hate kirin ku ji enerjiya fosîl teşwîqî enerjiya şînahî û bê nûkirinê bibe bû. Tûrmp, soz dabû ku wê ji peymana ku Barak Obama îmze kirî, vekişe.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amarîkayê de cih digire, Danold Trûmp ê ku biryara xwe ya têkildarî peymanê taloqî vê hefteyê kir, hat îdîakirin biryar daye ku welatê xwe ji vê vekişîne. Di hinek nûçeyan de jî Senetorên Komarparêz bi Trûmp re hevdîtin kirine û daxwaz kirine ku sozên xwe yên hilbijartinê bîne cîh.

Têkildarî nûçe û îdîdayên ku ji duh ve dewam dikin, Trûmp bersiv da. Trûmp ê li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da diyar kir ku biryara xwe wê di nava çend rojan de diyar bike.