Îdîaya ku ji DYA’yê ji bo Hewlêrê pêşniyara ‘çareseriya konfederal'!

Malpereke nûçeyan a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, têkldarî plana alternatîv a ji 4 xalanê ku DYA’yê pêşkêşî Barzanî kirî, îdîayên girîg da. Di plana alternatîvê de pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de pêşniyara “çareseriya konfederal” hat kirin.

Spî Medya ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, têkildarî naveroka ‘plana alternatîv’ a heyeta dibin serokatiya Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett McGûrk a ‘Ji bo paşxistina referandûmê’ îdîayên girîng nîşandan.

Di nûçeya hatî weşandin de tê gotin ku plana alternatîv ji 4 xalan pêk tê û îdîa kir ku Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî di civîna Konseya Bilind a Referandûmê ya di 17’ê Îlonê li Pîrmamê kirî xalên vê madeyê ji endaman re gotûbêj kiriye.

Li gorî idîaya ku çavkaniya nûçeyê ‘kesên beşdarî civînê’ bûyîn dide nîşandan de, madeyên ku DYA pêşkêş kirî wiha ne;

* DYA, Netewên Yekbûyî û koalîsoyna navnetewî parvekirina butceyê ya di navbera desthilatdariya Bexda û Hewlêrê de û ji bo sererastkirina têkilyan wê ji bo çareserkirna konfederal bikevin nava hewldanan.

* Madeya 140 a destûra bingehîn ya Iraqê ji bo di nava salekê de were pêkanin, di bin çavdêriya DYA û koalîsyona navnetewî de rêvebirina xebatên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

* Pêşmerge û artêşa Iraqê xaka Iraqê û xaka Kurdistanê bi awayekî hevpar ji terorê parastin.

*Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî di aliyê siyasî de piştgirî dayîna Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî.

Nûnerê Taybet ê DYA yê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê Brett McGûrk, Nûnerê NY, Îngîlîstan û Fransa û Sefîrê Bexda roja 13’ê Îlonê li Dihokê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî û “plana alternatîv” pêşkêş kiribû.

Piştî pêşkêşkirina planê û şûnde, Barzanî yê ku beşdarî mîtînga referandûm a li Zaxoyê bû, anîbû ziman ku wê referandûmê pêk bînin. Piştre jî Qesra Spî daxuyaniyek tûj dabû. Di daxuyaniyên dawî yên ji aliyê Barzanî ve hatin dayîn de jî got: “Garantiya plana alternatîv nîne”, nîşaneyên gav şûnde avêtinê dabû.