Êzidiyên ji kampa AFAD'ê hatin avêtin li naverastê man

Rayedarên kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê, danê êvarê Êzidî ji kampê avêtin. Êzidiyên ku niha li parkeke li Mîdyatê dimînin, banga 'xwedîderketinê' li gelê Kurd kirin.

Êzidiyên, ku piştî êrîşa qirikrinê ya çeteyên DAIŞ'ê ya Tebaxa 2014'an a li Şengalê neçar man li kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê bi cih bibin, di salvegera qirkirinê de pêkanînek li deveyî mirovahiyê ya hêzên dewleta Tirk dîtin. Rêveberiya AFAD'ê, bi qasî 50 ji Êzidiyên li kampê, bêyî cihekî nîşan bide, yekser biryar da ku ji kampê derxîne. Rêveberiya AFAD'ê, duh 3 roj dem da Êzidiyên li kampê ji bo ji kampê derkevin. Lê belê li benda van 3 rojan nesekinî û duh êvarê 6 ji van kesan ji kampê derxist.

Tevî ku "Belgeya qeydkirinê ya xwedî mafê serlêdana parastina naveneteweyî" ya Êzidiyên navborî heye jî ji kampê hatin avêtin. Azam Khîder, Hamad, Khalaf Alî Kanan, Zedan Khalef Kje û Husseîn Îsmaîl Qasa li parkeke li Mîdyatê bi cih bûn. Êzidiyên li parkê dimînin, nerazîbûn nîşanî zilmê dan û banga alîkariyê kirin.

'DEWLETA TIRK ZILMÊ LI ME DIKE'

Ji Êzidiyên ji kampê hatin avêtin Azam Hamad anî ziman, ku dewleta Tirk mîna DAIŞ'ê zilmê li wan dike. Hamad bal kiaşnd ser zext û zilma li kampa AFAD'ê û got, "Qet nebe cihekî ku em lê bimînin hebû. Niha cihekî ku em lê bimînin jî nema."

Husseîn Îsmaîl Qasa jî anî ziman ku malbata wî jî wê roja Çarşemê ji kampê bê avêtin û got, trajediya mezin wê hingî dest pê bike. Qasa ji raya giştî xwest, ku xwedî li wan derkeve. Qasa destnîşan kir, ku divê cîhan tev vê zilma dewleta Tirk bibîne û ragihand, piştî zilma DAIŞ'ê niha jî zilma Tirkan li wan tê kirin.

'BILA GELÊ KURD XWEDÎ LI ME DERKEVE'

Khalaf Alî Kanan jî da zanîn, tevî ku nasnameya wan heye jî bêyî tiştek ji wan re bê gotin yekser ji kampê hatine avêtin û cihekî ku ew biçin wê derê nîne. Kanan işaret bi bêhiqûqiya dewleta Tirk kir û got, li kampan îşkence û qirkirineke nû li pêşiya Êzidiyan e.

Zedan Kje da xuyakirin, ku jin û zarokên wî li dû wî maye û got, ya ku bi serê wan ve tê, kes nikare rake. Kje destnîşan kir, ku di demeke nêz de wê zarokên wî jî ji kampê bên avêtin û ji gel û saziyên Kurdan xwest, ku xwedî li wan derkevin.