Êrîşên li ser Efrînê dewam dikin, gel jî li ber xwe dide

Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomîne. Her wiha, bi rengekî bê navber hêz, çek û cebilxaneyan li ser sînor dicivîne. Gelê Efrîn û Şehbayê jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide.

Piştî civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a Tirk ku bi rojeva "dagirkirina Efrînê" li hev civiya û sînyala êrîşa li dijî Efrînê da, topbaran li dijî Efrînê duh jî dewam kir.

ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ JÎ ÊRÎŞ DIKIN

Ev çend roj in ji Îdlibê jî êrîş li gundên Efrînê bi topbaranê tê kirin. Artêşa Tirk jî tank û maşînên zirxî li ser sînor bi cih dike. Çeteyên 'Mertala Firatê' yên dewleta Tirk ku tevlî êrîşên dijî Efrînê bûne, êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê El-Mehesnlî yê li bakurê rojava yê bajarê Minbicê ye, kirin. Çeteyên 'Mertala Firatê' yên li herêma Ezazê bi cih bûne jî bi obusan êrîşî gundên Beyloniya, Malîkiye, Eyn Deqne û Cane yên navçeya Şera kirin. Ji ber êrîşê xisara madî çêbû.

ÊRÎŞAN HETA BER DESTÊ SIBEHÊ DEWAM KIRIN

Artêşa Tirk duh bi şev saet 22:30'î bi fuzeyên katyûşa êrîşî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê kir. Êrîşa bi topan jî nîvê şevê dewam kir. Ji qereqola li ser sînor ya Sîciye saet 00:30, bi top û fuzeyên katyûşa êrîş li gundê Merwaniye yê navçeya Şiyê û gundê Girzîle yê navçeya Şêrawa hate kirin.

Dema ku ji qereqolên li ser sînor êrîş dihate kirin, yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Îdlibê jî tevî çeteyên xwe Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên li Kelaha Semanê bi cih bûne, bi obusan êrîşî gundê Celeme yê navçeya Şêrawa kirin.

BI 50 WESAYITAN SEWQIYAT LI CERABLÛSÊ HATE KIRIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, dewleta Tirk duh bi şev saet 24:00 bi 50 wesayitan sewqiyat li Cerablûsê kir ku tank û maşînên zirxî jî di nava wan de hebûn.

GEL LI DIJÎ ÊRÎŞAN DAKET QADAN

Nerazîbûna li gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê jî zêde dibe. Gelê Efrînê bi rengekî seferberiyê berê xwe da nava refên Hêzên Parastina Civakî (HPG), YPG û YPJ'ê. Li gelek bajarên Rojava û Sûriyeyê jî, gel li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketiye meydanan.

Li taxên rizgarkirî yên Helebê, duh bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Nerazîbûneke din a li dijî dewleta Tirk a dagirker ji gelê Şehbayê hat.

Bi hezaran welatiyên ji Şehbayê duh daket qadan û li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan. Di meşê de ku ji ber mizgefta bajarokê Fafînê dest pê kir, pankartên bi nivîsa "Çawa ku me li Kobanê û Reqayê bi ser xist, em ê li Efrîn û Şehbayê jî bi ser bikevin. Em ê sîstema Erdogan ê terorîst hilweşînin. Berxwedan jiyan e, teslîmiyet xiyanet e. Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Efrînê şermezar dikin."