Çûka herî mezin a cîhanê Vorombe Tîtan e

Heta niha wisa dihate zanîn ku çûka herî mezin a cîhanê Çûka Fîl e, lê di mijara bê ka kîjan e ji sedan agahiyên zanînên cuda cuda hebûn.

Mirovên zana diyar kirin bê ka kîjan çûka fîl çûka herî mezin a cîhanê ye eşkere kirin. Ev çûk nêzî 60 milyon salan li nava daristanên Madagaskar û tropîkal jiyan e. Beriya niha bi hezar salan koçkirina mirovan a ber bi herêmê ve ev cûr tine bûne.

Di sedsala 19’an de zanyên lawiran Ewropî eleqeyek zêde nîşanî lawirên bi heybet kirin. Ev kesên li ser lawiran lêkolînan dikin ku xwestin çûka fîl nêçîr bikin, hestiyên van çûkên mijara totin û hêkên wan ên bûne fosîl dizîn e.

Heta niha unvana herî mezin a çûka çûka bi navê Aepyornîst tîtan bû. Ev çûk sala 1894’an ji aliyê zanyar C.W Andrews ve hatiye binavkirin. Lê hinek zana diyar dikin ku ev çûk cûreyeke cuda ye.

Li gorî lêkolîneke di kovara Royal Socîety Open Scîende ya 26’ê Îlonê hatî parvekirin, çûka ‘Vorombe Tîtan’ ê yek ji cûreyê çûka fîl e, çûka herî mezin e.

Ji nivîskarên lêkolîna ‘Zoologîcal Socîety of London’ James Hansford ê ji AFP’ê re axivî ji bo çûka fîl a bi (qasî giraniya zurafa’ ku nêzî 860 kêlogirme got: ‘Bi ti awayî nafirin’.

Zanyar ji bo gihiştina vê bersivê hemû hestiyên çûkên fîl ên li gelemperiya cîhanê lêkolîn kirine.