'Çîroyek Ji Dara Azadiyê': Kemal Pencewînî

Jiyan û têkoşîna niştimanperwerê Kurd Kemal Pencewînî ku 2016'an li Pencewînê hate kuştin bû pirtûk.

Jiyan û têkoşîna Kemal Şêx Sadiq (Kemal Pencewînî) ku 2016’an li Silêmaniyê, navçeya Pencewînê hate kuştin, bû pirtûk. Berpirsê Komîteya Kar û Barê Derve yê PJAK’ê Amed Şaho bi navê ‘’Çîroyek Ji Dara Azadiyê’ weşand, di pirtûkê de jiyan, têkoşîn û pêvajoya darazê ya piştî kuştina Pencewînî tê vegotin.

Pirtûk ji du beşan pêk tê. Di beşê pêşî yê pirtûkê de ku 225 rûpel e, behsa jiyan, têkoşîna Pencewînî, pêvajoya darazê û hewldana veşartina kujerên wî yên li dadgeha Silêmanî tê vegotin û di beşê dî yê pirtûkê de jî wêneyên Pencewînî hene.

Nivîskar Amed Şaho têkoşîna azadiyê ya Pencewînî ya bi helkehelkî û berxwedaniya wî ya ku  qet jê nedihate xwarê bi zimanekî fesîh vegotiye û her wiha nivîskar di pirtûkê de destnîşan dike bê ka çawa di şexsê Pencewînî de niştimanperwerî û şoreşgerî bûye yek. Di pirtûkê de, ku pirtûk mirov li ber xwe dibe behsa wê tê kirin bê ka di kuştina Pencewînî de dewleta Îranê û hin partiyên Başûrê Kurdistanê bi çi ristê rabûne.

Kemal Şêx Sadîq ku 1967’an li Pencewînê çêdibe li nav malbateke niştimanpewer tê cîhanê. 1983’an, hê 16 salî dibe Pêşmerge. 1989’an dikeve destê rejîma Iraqê û heta 1992’an li girtîgehê dimîne.

Pencewînî ku piştî raperîna 1992’an ji girtîgehê derdikeve, piştî jiyana xwe ya pêşmergetiyê ya 25 salan vê carê jî 2011’an ji hêla rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve tê girtin.

Pencewînî ku 1997’an Tevgera Azadiya Kurd nas dike, 13’ê Nîsana 2016’an li Pencewînê piştî ku bi welatiyekî bi navê Sidîq Salyawayî tê revandin bi rojekê cenazeyê wî tê dîtin. Diyar bûbû ku piştî êşkenceyên giran bi 13 guleyan hatiye kuştin.

Malbata Pencewînî diyar  dike ku di kuştina Pencewînî de destê îstîxbarata Îranê  Îtlaat û hin navendên Başûrê Kurdistanê hene. Lê li gel ku di ser kuştina Pencewînî re 15 meh derbas bûne jî, daraza Silêmanî dosyayê di ser guhê xwe re davêje, daxwaza malbat û parêzeran bê bersiv dihêle.