Çete êrîşê dibin ser gundên Şehbayê û derdora bendavê
Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran ji Mareyê êrîşî gundên Umhoş, Hirbil, Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û derdora Bendava Şehbayê dikin.

Hêzên rejîmê bi çekên giran bersiv dan çeteyan. Tê gotin, ji ber bomberdûmana çeteyan gel ketiye nava tirs û fikaran.
Wekî din, hate ragihandin ku du topên hawanê li nuqteyeke artêşa Tirk a li Mareyê ketine.
Piştî êrîşan, di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên artêşa Tirk de bi çekên giran şer derket.