Çend wêne ji Çemê Anzele yê Amedê

Li Amedê, ku germahî gihîştiye 38 pileyî, zarok, mirovên bi emrê, her kesên firsendê dibînin berê xwe didin ava Anzele û xwe di vê avê de hênik dikin.

Ava Anzele, ku heta salên 1950'î yek ji sê çavkaniyên girîng ên bajarê Amedê bû, bi germê re bûye cihekî ku lê dicive. Dora vî çemî di sala 2014'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve hate restorekirin û parkek lê hate çêkirin. Lewma bû cihekî ku mirovên ji bo xwe di nava avê de hênik bikin, lê kom dibin. Ava Anzele ji Karacadagê tê, di bin sûrên 'Çîftkapi' yên li taxa Îskenderpaşayê diherike, li nava bajêr digere û ji bexçeyên Hewselê tevlî ava Çemê Dîcleyê dibe.