Çend dîmen ji roja 25’emîn a Berxwedana Efrînê...

Rojnamevan Bakî Gul û Dilgeş Amed li navçeyên Efrînê Bilbilê, Raco û gundên wê geriyan. Li van cihên ku şer lê girane, herwiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker qeyd kirin...

Di roja 25’emîn a Berxwedana Efrînê de bi hevala xwe ya kameraman Dilgêş Amed re em çûne navçeyên Efrînê Bilbilê, Raco û gundên wan. Em li cihên ku şer girane geriyan. Me herwiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker qeyd kirin.

Berxwedana Efrînê di roja 25’emîn de bi her awayê xwe dewam dike. Artêşa Tirk a ku ev 25 roj in ji bejahiyê nikare pêşve biçe, bi bombekirina gundan dixwaze pêşvebiçe. Lê berxwedana şervanên  YPG û YPJ’ê li her mewziyê dewam dike.

Artêşa Tirk jî ji ber ku nikare pêşvebiçe gundan bombebaran û topbaran dike. Gundiyên Efrînê bi biryar in, gundên xwe naterikînin. Efrînî li hember êrîşên dagirker ên ErdoganêfFaşîst gelekî bi hêrs bûne û gundê xwe diparêzin.

Li navçeyên Efrîn Bilbilê, Racoyê û gundên wan şerekî giran heye û bombebaran jî didome. Ber bi danê nîvro ve artêşa Tirk bi obus û tankan êrîşî wan deran kir. Artêşa Tirk a li Racoyê li gundên sîvîlan da, bi taybet sivîlan hildibijêre.