Çemê Dîcleyê ti carî bi vî rengî nebibû!

Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser bilindbûna ava çemê Dîcleyê ya ji ber têkçûna bendeke Bendava Dîcleyê û got, Çemê Dîcleyê 2 hezar sal in neketiye nava rewşeke wiha.

Piştî ku bendeke Bendava Dîcleyê ya li navçeya Egîl a Amedê têkçû û rabû, ava Çemê Dîcleyê jî bilind bû.

Li Geliyê Dîcleyê rêjeya avê bi 6 metreyan bilind bûye. Beşek ji Bexçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO de ye, di nav avê de ma. Bi taybetî jî zeviyên çandiniyê.

Ava li çem li hin deveran gihîşt nêzî malê welatiyan.

Ekolojîst Guner Yanliç li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, destwerdana ku li Çemê Dîcleyê hate kirin rê li ber vê encamê vekir.

'BENDÊN DIN JÎ ME DIXIN NAVA FIKARAN'

Yanliç got, "Eger hûn rabin bêjin, 'Ez ê li xwezayê serdest bim', eger hûn li her cihî HES û bendavan çêbikin, rewşa derkeve holê jî ev e." Yanliç bi dewamî got, "Dîcle 2 hezar sal e diherike, lê rewşeke wiha nedît. Eger hûn dest li avê wernedin, av wê bi rengekî wekhev biherike. Lê eger hûn bendê deynin ber avê, ev edalet û wekhevî wê ji holê rabe. Em parçeyekî xwezayê ne, ne serdestê wê ne. Divê em bi rengekî ahengî bi xwezayê re bijîn. Eger em bêjin, 'hemû mafên bikaranînê yên xwezayê yê me ne,' ev şaş e."

Yanliç anî ziman ku rewşa bendên din ên li pêşiya bendavê jî wan dixe nava tirs û fikaran û got, "Ya ku dilê me rehet dike ew e ku heta niha tiştek bi kesî nehatiye. Lê belê rewşa bendên din me dixe nava tirs û fikaran. Em nizanin bê bendên din çiqasî ewle ne. Dibe ku ew jî rê li ber metirsiyekê vekin."

Yanliç ragihand, Bexçeyên Hewselê zerareke mezin dîtine got, li aliyê Bismil, Êlih û Cizîrê jî diyare ku zerarên madî rû dane. Tê gotin ku kûrahiya avê niha ji 4 heta 6 metreyî ye."