ÇAVDÊRÎ: Mirov li Reqayê bi şimikê jî şer dikin

Dema ku nû hatibûm Reqayê, min gelekî meraq dikir bê ev mirov çawa dikarin bi şimikê şer bikin. Lê niha fêhm dikim, li Reqayê mirov bi şimikê jî şer dike. Mûhammed ê ji Reqayê ji ber ku benikê şimika wî qut bû, sê hefteyan bi pîxwasî şer kir.

Şerê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê yê li dijî DAIŞ'ê kêm maye bikeve sala pêncan. Di nava van pênc salan de bi dehan pêngav hatin kirin, bi sedan gund, gundik bajar û bajarok hatin rizgarkirin. Niha jî hêzên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG'ê ji bo derba dawî li DAIŞ'ê bixin li Reqayê bi pêş ve diçin.

Reqa paytexta DAIŞ'ê ye. Xîlafet li vir hate ragihandin. Êrîşên xwînxwar û giran ên li gelek bajarên cîhanê, ji vir hatin plankirin. Ciwanên Kurd, Sûriyeyî û enternasyonalîstên ji aliyê din ê cîhanê hatine, kêm maye pêngava xwe ya li navenda Reqayê bibin serî.

Zêdeyî mehek e ez li Reqayê me. Li eniya şer bi şervanan re me. Çîrokên wan ku mirovan matmayî dihêle hene.

Li Reqayê me. Şervanekî ku 3 birayên wî, bavê wî û kekê wî şehîd bûne, li gel min daxive. Dema ku dest bi qala çîroka xwe dike, ez matmayî dimînim. Dibêje ku ji bo hilanîna tola wan şer dike û ji cem min diçe.

Şervanekî din, ku pênc xwişk û birayên wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin, piştika wî ya nû ji dayik bû hate serjêkirin û piştre dest avêtin hevsera wî...

Ciwanekî ku benzîn bi ser malbata wî ve kirin û malbata wî şewitandin.

Çîrokên bi vî rengî yên tirsnak gelek in li ser vê axê.

Ev ciwan li dijî faşîzma DAIŞ'ê ku cehaletê li ser mirovahiyê ferz dike, şer dikin.

Li nava çolê, bi dilê xwe biharê û axa xwe diparêzin.

Ya ku vê têkoşînê dike destan, ev ciwan in. Ew li dijî dijminê azadiyê, li dijî dijminê mirovahiyê, li dijî dijminê jinê şer dikin. Lewma têkoşîna li Bakurê Sûriyeyê tê dayin, têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye. Şerê rûmetê û wijdanê ye.

Mafê kesî nîne ku zimandirêjiyê li rastiya li vir bike.

DI NAVA GERMA JI 50 PILEYÎ DE ŞERÊ LI NAVA BAJÊR

Reqa... Em êdî di dema dawî ya şer de ne.

Germa hewayê niha 50 pile ye.

Ez mirovekî ku ji Londona bi mij û baranê rabû û hatim, di nava germa 50 pileyî de nûçeyan ji we re radigihînim.

Jin û mêrên li eniya şer ji bo azadiyê têdikoşin, gelo xwe çawa ji bo şer amade dikin? Çi dixwin? Li ku radikevin? Pêwîstiyên xwe yên rojane çawa tedarik dikin?

Şervanên Kurd, Ereb û Enternasyonalîst ji nuqteyekê çawa diçin ya din? Dema şer dikin, çi dikin?

Ez ê hewl bidim aliyê nayê dîtin ê şer, ku kes zêde meraq jî nake ji we re vebêjim.

Pêngava Reqayê ji du baskan dest pê kir. Hêzên QSD'ê bi rengekî ku li navenda bajêr dorê li çeteyên DAIŞ'ê bigirin plansazî kirin û ketin nava liv û tevgerê.

Di pêngava Reqayê de bi qasî 7 hezar şervanên QSD'ê li eniya şer in. Ji New Yorkê heta Romayê şervanên ji gelek deverên cîhanê hene. Hin jê 18 salî ne, hin jî 60 salî.

Ciwanê kêm 18 salî ti carî li eniya şer cih nagire. QSD bi baldarî li gorî peymanên Cenevreyê tevdigere. Ciwanên 16-17 salî ji bo şer tên, lê hemû jî tên vegerandin. Yên gelekî israr dikin jî, li gundên ku herî kêm bi 20 kîlometreyan dûrî çeperan e, ya jî li biryargehan tên hiştin.

Fermandariya koorînasyona şer, ji bo bersivê bide pêwîstiya xwarinê ya şervanan gelekî dixebite. Tenê ji bo vî karî bi qasî artêşekê hejmareke zêde ya şervan dixebitin.

Di nava şert û mercên germa dijwar de organîzekirina vî karî bi qasî şerê li dijî DAIŞ'ê zehmet e.

QEŞAYÊ DIBIN ÇEPERAN

Li hemberî germa dijwar, hêzên QSD'ê li derveyî eniyên şer qeşayê hildiberînin û dibin çeperan. Lê ev jî têrê nake. Piştî DAIŞ'ê dijminê herî mezin ê li vir, germahî ye.

Şerkirina di nava germa 50 pileyî de dibe ku karê herî zehmet ê cîhanê be. Rojê ji bo 3 dahnan xwarin tê amadekirin. 

JI FÎŞEKÊ JÎ GERMTIR E

Li eniyê, ji fîşekan bêhtir av heye. Lê gelekî germ e, ji fîşekê jî germtir e.

Car carna ava pirtiqalan, gazoz û ava fêkî digihêje şervanan, lê gelekî kêm.

Xwarin li nuqteya lojîstîkê ya bi 10 kîlometreyan nêzî eniyê tê amadekirin, li qabên plastîk tên bicihkirin û bi qemyonan ber bi eniyê ve tên birin.

Şervan hefteyê çend rojan, bi firingî û îsotên taze yên digihêjin wan, bi derfetên xwe xwarinê ji xwe re çêdikin. Di rojên bi vî rengî de sifreyên mezin tên danîn.

Li eniyê nan kêm nabe. Ji bo her şervanî nanê ku têra 2 rojan bike tê şandin.

SAVARA DI BIN BARANA FÎŞEKAN DE

Dema ku di nava bomberdûmana hewayî, barana fîşekan û êrîşên xwekujî de dibînim ku komek ji şervanan li dora tasek savarê li hev civiyane, careke din fêhm dikim bê ev şer çiqasî destanî ye.

Min heta niha ji kesî gotina "ez birçî me, tî me" nebihîstiye.

Şerê Reqayê şerekî nava bajêr e. DAIŞ ne mîna berê ye, di dema dawî de bi taktîkên gerîla; bi lê bide û bireve, şer dike. Wekî din gelek caran êrîşên xwekujiyê dike.

Di binê bajêr re bajarekî din çêkirine. Bİ sedan tunel; tunelek digihêje ya din... Ew jî digihêje tuneleke din. Tunel naqedin.

Reqa dişibe dojeha Komedya Îlahî ya Dante.

Dema ku van dinivîsînim, gundê Kesrêt Efan ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Tenê 2 kîlometre mane ku eniyên rojhilat û rojava bigihêjin hev. Piştî ku her du enî gihîştin hev wê serdestiya li her du aliyên Çemê Firatê bikeve destê QSD'ê.

Nuqte çi ye?

Di şerê bajaran de nuqte bi pêngavên bidestxistin û pêşveçûna tax bi tax tê zanîn.

Bi operasyonên bi pêşengiya YPG/YPJ'ê re nuqteyên DAIŞ'ê tên bi destxistin; ya jî li nêzî wan nuqteyeke din tê avakirin, ya jî nuqteya DAIŞ'ê vediguherîne baregehê. 

LI ENIYA ŞER, XEW MÎNAK TIŞTEKÎ GELEKÎ LUKS E

Piştî ku roj diçe ava, şer û êrîşên DAIŞ'ê giran dibin. Bi rojê çete bi rengekî xwekujiyê êrîş dikin. Lewma her kes li nuqteyên xwe bi baldarî tevdigerin.

Şervan çawa li ber xwe didin?

Di nava şert û mercên giran û germ ên hewayê de, carna 2-3 rojan şer dewam dike.

Şervan bi kom û sîstema xwe ya kolektîf kêm jî be derfetê bêhnvedanê dibînin. Li nuqteyên ji 8-10 kesan pêk tê, şervan bi komên ji 2-3 kesan bi dorvegerî radizên. Ew jî tenê çend saet. Li eniya şer razan mîna tiştekî gelekî luks e. Ji ber vê yekê şerekî giran ê vînê tê meşandin.

Li eniya Reqayê temamiya şervanên QSD'ê paqijiyê gelekî girîng dibînin. Di serî de şervanên YPG/YPJ'ê, hemû şervanên QSD'ê hem nuqteyên xwe hem jî derdora xwe paqij dikin.

Şervanên ku ji bo kontrolkirina xaniyên şopa şer lê ne dikevin hundir, çopên li nava avahiyan derdixînin û îmha dikin.

Hêzên YPG/YPJ di nava şert û mercên herî giran ên şer de jî ji nirxên exlaqî tawîzê nadin. Bi vî rengî bala her kesî dikişînin.

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN PÊLAV E

Yek ji pirsgirêkên mezin ê şervanan gora û pêlav e. Meşa li ser erdê Reqayê yê germ, betonê xerabûyî, parçeyên metal û axê, dibe sedem ku pêlavên şervanan gelekî zû biqetin.

Carna neçar dimînin bi cotek gore bi mehan şer bikin. Herî kêm 2-3 rojan carekê goreyên xwe dişon, ziwan dikin. Lê belê ji bo pêlavê mixabin çareserî nayê dîtin.

Şervanên ku pêlavên wan diqetin, carna 4-5 hefteyan li benda lojîstîkê dimînin ku li gorî nûmareya wê/î pêlavê bimîne. Gelek caran jî pêlavê tê anîn, li lingê wan nayê.

BI ŞIMIKÊ ŞER DIKIN

Şervanên hêzên xwecihî, ku pêkhateyên hêzên QSD'ê ne bi şimikê şer dikin. Kevneşopiya wan wiha ye. Kêm ji wan pêlavê dixin piyê xwe. Bi şimikên ku lingê wan tê de derdikeve derve şer dikin. Bi şimikê di nava axê û keviran de digerin.

Dema ku nû hatibûm Reqayê, min gelekî meraq dikir bê ev mirov çawa dikarin bi şimikê şer bikin. Lê niha fêhm dikim, li Reqayê mirov bi şimikê jî şer dike. Mûhammed ê ji Reqayê ji ber ku benikê şimika wî qut bû, sê hefteyan bi pîxwasî şer kir.

Ez niha baştir fêhm dikim, bê ev şer çima şerekî destanî ye.

HEMÛ JÎ JI DIL ŞER DIKIN

Niha jî em werin ser meseleya bingheîn.. Dibêjin; nizanim Amerîka tank, fuze daye, koalîsyonê çekên QSD'ê bi temamî nû kiriye...

Ya rast, dema şervanên li eniya şer nîne ku li ser nûçe û şîroveyên bi vî rengî bifikirin. Ji xwe kesek ji van nûçeyan jî bawer nake. Ew axa xwe diparêzin.

Ev meheke ez li eniyên herî pêş heta gundên Reqayê geriyam; min dît ku van hemû mirovan bi dilê xwe şer dikirin.

Belê, balafirên şer ên Amerîka êrîşî navenda bajarê Reqayê yê bi 14 kîlometreyan dûr e dike, lê belê bomberdûmanê car carna dike. Piştî ku mirov şervanên bi pîxwazî, bi şimikê şer dikin dibînin, ji bo gotina 'QSD a ku pişta xwe dide Amerîkayê' dikare bêje, xewn û xeyal e.

Şervan bi çek û cebilxaneyeke kêm şer dikin. Carna dibe ku şervan tenê fîşekekê biteqînin. Di destê hemûyan de kleş heye. Çeka M16  Amerîkayan ku serê du rojan nateqe, ji aliyê kesî ve nayê bikaranîn.

Li vê derê, li eniya Reqayê ew çekên dawî, roketên bi kompûterê tên avêtin nîne. Kleş heye, BKC, B-7 hene. Ev li milê şervanên QSD'ê ne.

BIRÎNDARAN RADIKIN NEXWEŞXANEYAN

Aliyê dilşewat ê şer jî bi sedan şehîd, bi sedan gazî ye... Birîndaran bi wesayitan ewilî radikin herêma Semra ya Reqayê ku nuqteya destwerdana destpêkê ya tipî lê ye. Piştre jî yên rewşa wan giran be dibin nexweşxaneyên li Hesekê yan jî Qamişloyê.

Şervanên QSD'ê li Rojava, li Reqayê rehê DAIŞ'ê birîn. DAIŞ êdî li ber mirinê ye.

Erem KANSOY-YENÎ OZGUR POLÎTÎKA