Çarşema Sor li Hildesheimê hate pîrozkirin

Cejna Çarşema Sor li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Komuna Jinê ya Şehîd Meryem ve hate organîzekirin û Meclîsa Jinê ya Şehîd Berçem Cîlo-Salzgitter û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) destek dan çalakiyê.

Di pîrozbahiyê de helbest hatin xwendin û stran hatin gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.