Çarşema Sor bi rengekî bi heybet li çiyayê Şengalê hat pîrozkirin

Ji heft heta heftê salî, civaka Êzidî li çiyayê Şengalê cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Çarşema serê Nîsanê, cejna Çarşema Sor li çiyayê Şengalê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin. Girseya gel danê sibehê serdana goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş kir û piştre jî çû qada pîrozbahiyê herêma Serdeştê.

Di pîrozbahiyê de nûnerên PADÊ, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, TAJÊ û malbatên Şehîdan axivîn. Komên Navenda Çandê ya Çiyayê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şengalî li ser cejnê ji ajansa me re axivîn.

'HER TIŞT BI SAYA ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ YE'

Zerdeşt Dinayî, cejna li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna, gelê berxwedêr ê Efrînê û li civaka Êzidî pîroz kir û got, "Eger em îro dikarin bi hêsanî li vir li hev bicivin û cejna xwe pîroz bikin ev yek bi saya şehîdên şoreşê ye. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û dibêjin ku em dilsozên têkoşîna wan e. Ji bo fermanên nû li me ranebin, divê em mafên xwe heta dawiyê biparêzin û di xweparastin û xwerêveberiyê de israr bikin. Li ser vê bingehê divê em PADÊ mezin bikin. PADÊ dengê hemû Êzidiyan e."

'PIŞTÎ ÇEND SALAN DÎSA EM LI HEV CIVIYAN'

Hunermend Abdulkerîm Şengalî got, "Bi saya Xwedê û şervanan em bi rehetî û bi rûmet cejna xwe pîroz dikin" û wiha dewam kir: "Divê êdî cîhan tev bibîne ku bi YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê em dikarin xwe biparêzin û bi rê ve bibin. Ev destketî bi saya Rêber Apo ye."

Xeyrî Şengalî jî da xuyakirin ku cejna îsal ji bo wan gelekî girîng e û got, "Piştî çend salan em li hev civiyan. Hêvî û bendewariya me ji Xwedê û şervanan ew e ku jin û zarokên me yên di destê çeteyên barbar de ne tavilê rizgar bikin ku em bi wan re bi awayekî azad cejna xwe pîroz bikin. Vê cejnê li tevahiya civaka Êzidî, li Efrîniyan, şervanên me û malbatên şehîdan pîroz dikim."

PADÊ PARTIYEKE KU JI BO GELÊ BERXWEDÊR AVA BÛ

Arjîn Şengalî bi bîr xist ku piştî fermanê cara yekê ye li ser vê axê pîrozbahiyeke wiha bi heybet tê kirin û got, "Ji ber vê yekê em kêfxweş û bi moral in. Em bang li gelê xwe yê li derveyî welat dikin ji bo vegerin û yekîtiya xwe xurt bikin. Ji bo em li cejnên ku Rêberê me bi awayekî azad lê amade ye, divê em têkoşîna xwe geş bikin." Silêman Rewoş got, "Bi wesîleya vê roja pîroz, bi destûra Xwedê û Tawizî Melek wê Êzidî û tevahiya gelê Kurd azad bibe" û bi dewamî got, "PADÊ partiyeke ku ji bo gel û berxwedêran ava bûye. Divê em xwedî li PADÊ derkevin û wê mezin bikin."

'DIVÊ EM LI PIŞT ŞERVANÊN XWE BIN'

Armanc Şengalî destnîşan kir ku di vê sala nû de ew serketin û siberojeke azad hêvî dikin û got, "Banga me li gelê me ew e ku heta dawiyê li pişt şervanên xwe be û ji bo azadî û xweseriya şengalê têbikoşe."

Pîrozbahiya Çarşema Serê Salê bi stran û gerandina govendê dewma kir.