'Çarşema Serê Nîsanê' li Şengalê hate pîrozkirin

'Çarşema Serê Nîsanê' ku di ol û baweriya Êzidiyan de cihekî xwe yê taybet heye, li Şengalê hate pîrozkirin. Bi wesîleya cejnê serdana şehîdgehê hate kirin.

Malbatên Şehîdên Şengalê bi wesîleya cejna "Çarşema Serê Nîsanê" serdana Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş kirin û li şehîdgehê merasîmek find vêxistin.

Meyan Nesir bi navê malbatên şehîdan axivî û got, "Em cejnê li gelê Efrînê û şervanên berxwedêr pîroz dikin. Hêvîdar in ev cejn bibe wesîle ji azadiya hemû gelan û Rêber Apo re."

Meyan Nesir bi dewamî got, "Bi ti fermanan em tine nebûn. Em li şehîdgehê cejna şehîdên xwe pîroz dikin. Cejna me bi saya şehîdên me bû cejn."