Çandiniya zebze û pembo li Tirbespiyê dest pê kir

Li Tirbesipiyê çandiniya zebze û pembo ji nû ve dest pê kir. Komîteya Zîreetê bersivê dide daxwaz û bendewariyên cotkaran.

Cotkarên li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê piştî ku piştgirî ji Komîteya Çandiniyê girtin, ji nû ve dest bi çandiniya zebze û pembo kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, îsal bi 8 hezar û 290 donimî zebze, bi 3 hezar û 961 donimî jî pembo hatin çandin.

XIZMETÊN KOMÎTEYÊ

Komîteya Zîreetê ya Tirbespiyê, bi destpêka salê er ji bo lêkolîn bike bê çima çandiniya li herêmê kêm e û destekê bide, bi cotkaran re rûnişt. Di civînan de hate ragihandin ku mazot û dermanên çandiniyê kêm in.

Komîteya Zîreetê jî rêjeya mazota ku belav dikir bi du qatan zêde kir. Milyonek lître mazot di destpêka çandiniyê de belav kiribû û niha jî ji bo av ji bîran bê derxistin ji bo jeneratoran dem bi dem mazotê belav dike.

Komîte ji bo nexweşî li nava zeviyan belav nebe, dermanê kêzikan belav kir û bersiv da pêwîstiya cotkaran a bi gubreyê.

MOSA: NAVÇE BI ÇANDINIYA ZEBZE Û PEMBO TÊ NASKIRIN

Ji Komîteya Zîreetê ya Tirbespiyê Mihemed Emîn Mosa diyar kir ku komîte ji bo zêdekirina karê çandiniyê bersiv daye hemû daxwaz û bendewariyên cotkaran. Mosa got, navçeya wan bi çandiniya zebze û pembo tê naskirin.