Çalakiyên YPS’ê yên li Bazîd û Şemzînanê

Hêzên YPS’ê li dijî mala serokê şaxê ciwanan ê AKP’ê yê Bazîdê çalakiyeke bi bombe li dar xistin. Li Şemzînanê jî wesayîta kesê ku erzaq ji leşkeran re dibir hate şewitandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku dijî mala serokê şaxê ciwanan ê AKP’ê yê Bazîdê çalakiyeke bi bombe li dar xistine û li Şemzînanê jî wesayîta kesê ku erzaq ji leşkeran re dibir şewitandine.

Daxuyaniya YPS’ê wisa ye:

“Di 12’ê Tebaxê saet di 09.00’an de li navenda Bazîdê yekîneyeke me ya YPS’ê ji bo hişyariya bombe avêt mala serokê şaxê ciwanan ê AKP’ê yê Bazîdê. Li malê xisara maddî pêk hat. Yekîneya me ya YPS’ê bi silametî vegeriya baregehên xwe.

LI ŞEMZÎNANÊ JI BO HIŞYARIYÊ WESAYÎTEK HATE ŞEWITANDIN

Kesê bi navê Cemal Elmas ê ji gundê Helena ya bi ser Şemzînanê ya Colemêrgê bi wesayîta xwe erzaq dibir ji leşkerên ku li Girê Helenayê qereqoleke nû çêdikin. Yekîneya me ya YPS’ê di 11’ê Tebaxê saet di 02.30’an de li ber mala wî, wesayîta vî kesî şewitand.”