700 zanyar û pisporan banga germbûna global kirin

Li Fransayê bi sedan zanyar û pispor, ku di nav wan de akademisyen û endamên hîndekariyê jî hebûn, di serî de li welatên Ewropaî ku li dijî gembûna global ne serkeftî bûn, bang li hemû hikûmetên cîhanê kirin ku tevdîran bistînin.

Di metna bangê ku ku bi sernavê  ‘’Banga 700’an’ di rojnameya Lîbertîonê de weşiyayî hate xwestin ku biryardarên polîtîk bi lezgînî li dijî guherînên demsalî ‘gavên pratîk bavêjin’.

Di metnê de Peymana Demsalê ya Neteweyên Yeebkûyî ku 2015’an li paytexta Fransayê Parîsê di civîna demsalê COP21’ê de hatibû qebûlkirin, hate destnîşankirin, hedefa li gorî rêjeya beriya şoreşa sanayiyê germbûn kêmî 2 pîleyan bimîne, hate bibîrxistin.

Di metna bangê de hate gotin ber bi 2100’î ji bo ku ev hedef pêk were divê hemû civak ji enerjiyê bigirin ta bi mezaxsin, gihandin, avahî û qadên kêf û şahiyê, helwesta xwe biguherînin.

 ‘PROJEYEKE EV ÇEND MEZIN TENÊ BI ÎMZEKIRINÊ PÊK NAYE’

Di bangê de hate gotin biryardarên welatan ji bo pêşî li germbûna global were girtin divê gavên pratîk bavêjin û hate gotin, ‘’Projeyeke ev çend mezin, tenê bi îmzekirina peymaneke navnetewî pêk nayê.’’

Di bangê de hedefa demsalê ya Yekîtiya Ewropayê ya heta 2030’an hate bibîrxistin, hate gotin gotinên polîtîk têrê nakin divê gotin pratîze bibin. Di bangê de her wiha hate gotin rêjeya gazê ya seraye li gorî sala çûyî li tevahiya YE’yê 1,8, li Fransayê jî 3,2 ji  100’î zêde bûye.

‘PÊŞÎLÊGIRTINA GERMBÛNA GLOBAL NE UTOPYA YE’

Di metnê de hate gotin ji bo pêşî li germbûna global were gritin divê civakên cîhanê bi rengekî cidî jiyana xwe biguherînin û ‘ev ne ütopya ye’ û pêşniyar hatin kirin.

Di nav pêşniyaran de kêmkirina mezaxtina enerjiyê, tercîhkirina enerjiyên bê karbon, bi rengekî baştir îzolekirina avahiyan, dawîlêanîna gihandina bi motorên termik, çandiniya ekolojîk, şînahîkirina bajaran, aboria kolektîf, şoreşa dijital hene.